Li Tekîrdagê 2 kes ji ber parvekirinên medyaya dijîtal hatin girtin 2023-05-04 15:03:43   TEKÎRDAG - Welatiyên bi navên Emîrcan Bozkurt û Omer Koker ku li Tekîrdagê ji ber parvekirinên medyaya dijîtal hatibûn binçavkirin, hatin girtin.   Welatiyên bi navên Emîrcan Bozkurt û Omer Koker duh di encama operasyonên serdegirtinên malan ên li navenda Tekîrdagê û navçeya Çorluyê de hatin binçavkirin. Piştî kaûbarên îfadegirtinê yên li emniyetê, sewqî edliyeyê hatin kirin. Dozgeriyê, her du welatî jî bi daxwaza girtinê şande dadgehê. Bozkurt û Koker bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” hatin girtin.