Namzeta Çepên Kesk û 15 karker hatin binçavkirin 2023-05-04 13:10:41   STENBOL - Karkerên înşeatê ku muçeyên xwe nagirin çalakî li dar xistin. Polîsan êrişî çalakiyê kir û namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk Kezban Konukçu û 15 karker hatin binçavkirin.    Karkerên endamên Sendîkaya Karkerên Rê, Înşaetê û Avahiyan ên Şoreşger (DEV-YAP) ku li şanteiyay Navenda Fînansê ya Stenbolê dixebitin, du meh in muçeyên xwe negirtine. Karker ji bo vê yekê protesto bikin li ber Emlak Konut GYO çalakî li dar xistin. Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Kezban Konukçu jî piştgirî da karkeran.    Karker bi berzkirina dirûşmeyan meşiyan û polîsan li ber Emlak Konut GYO wan dorpêç kir. Tevî dorpêça polîsan jî karkeran xwest biçin hundirê avahiyê û bi rayedaran re hevdîtin bikin. Polîsan êrişî karkeran kir û 15 karker û Kezban Konukçu  bi lêdanê kirin binçavan.