Malbata Denîz Poyraz: Dem dema hesabpirsîna ji kujeran e 2023-05-04 09:55:44 ÎZMÎR - Dayik û bavê Denîz Poyraz ên gotin ji bo gel di nava aştiyê de bijîn di nav xebatên hilbijartinê de cih digirin wiha gotin: “Dem dema hesabpirsîna ji kujerên jinan e.”   Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinên 14’ê Gulanê yên Serokkomariyê û Hilbijartinên Giştî de ji bo li her deriyî bidin, biçin her gundî, bi her beşa civakê re bên bahev xebatên xwe bênavber didomînin. Partiya Çepên Kesk a bi armanca ku bi 100 wekîlan biçe Meclisê xwe amade dike, bi rojane li 30 navçeyên Îzmîrê tax û kolaneke ku neçûnê nehiştin. Li navendên navçeyan stant tên vekirin. Partiya Çepên Kesk a li bazaran û kolanan bi dikandaran û welatiyan re ye ji bo veguherîna demokratîk deng dixwaze.    MALBATA POYRAZ DI NAV XEBATAN DE YE   Partiya Çepên Kesk li çar aliyê bajêr ji bo xwe bigihîne ciwanên ku cara ewil dê deng bikarbînin, ji malbatên ku daxwaza edaletê dikin û heta ciwan û jinên ku daxwaza azadiyê dikin bêrawestan xebatên xwe didomîne. Dayik û bavê Denîz Poyraz a di 17’ê hezîrana 2021’an de di êrişa li dijî Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê de jiyana xwe ji dest da, Fehîme û Abdulîllah Poyraz jî cih digirin.    Malbata Poyraz a di xebatên hilbijartinê yên navçeya Konakê de cih digirin, ji bo ji Îzmîrê herî kêm 4 wekîl bên derxistin bi şev û roj dixebitin. Malbata Poyraz a di serdanên dikandaran de yek bi yek dikeve kargehan ji bo ku edalet ji nû ve were avakirin vedibêje ku destilata AKP’ê bê guhertin.    JI BO JIYANA BI HEV RE…   Bav Abdulîllah Poyraz, anî ziman ku 14’ê Gulanê ji bo gel bi hev re di nava aştiyekê de bijîn hilbijartineke girîng e û sedemê cihgirtina xwe ya di nava xebatan de wiha vegot: “Ez hêvî dikim ku ev hilbijartin bibe wesîleya aştî, xwişk û biratî û bidawîbûna şer. Em li dijî şer in, em naxwazin êdî tu dayik hêsrên çavan birijînin.”   Abdulîllah Poyraz   ELEQEYA GEL A JI BO PARTIYA ÇEPÊN KESK     Poyraz, da zanîn ku di xebatên hilbijartinê de eleqeyeke zêde ji bo Partiya Çepên Kesk heye û wiha berdewam kir: “Em li kîjan deriyî bidin, bi rûyê ken ê gel re rûbirû dimînin. Ev jî me gelek keyfxweş dike. Ez bawer dikim ku em ê di vê hilbijartinê de serkeftineke mezin bi dest bixin. Ez vê jî ji ber bi coş û kelecana ji gel digirim dibêjim. Gel jî di ferqê de ye ku ji bo hesabpirsînê divê bi awayekî xurt biçin Meclisê.”   ‘DÊ HESABÊ BIDIN’    Poyraz, destnîşan kir ku Partiya Çepên Kesk partiya hemû gelên bindest e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ê bi Partiya Çepên Kesk hesaba Ozgecan Aslan, Berkîn Elvan û keça min Denîz ên hatin qetilkirin bipirsin. Dema em bi serketin wê hesabê bidin. Em ê bersiveke mezin bidin desthilata AKP’ê û MHP’ê. AKP û MHP dê biçin hesaba bi sedan kesên ku weke keça min neheq hatin qetilkirin dê were pirsîn. Desthilata wê li dadgehan bê darizandin û hesabê bide gel.”   ‘EZ LI BENDA HILBIJARTINÊ ME’    Poyraz, diyar kir ku roja hilbijartinê ne tenê ji bo keça xwe Denîz ji bo hesaba bi sedan kesên weke wê bipirse dê dengê xwe bikarbîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo em bi desthilata AKP’ê û MHP’ê bidin windakirin û hesabê bipirsin li benda hilbijartinê me. Di serî de gelê kurd bang li hemû gelan dikim; divê hûn dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Em bi hev re hesabê bipirsin, bi desthilatê bidin windakirin û serbikevin.”   ‘EM HILBIJARTINAN BI SERKEFTINÊ TACÎDAR BIKIN’    Dayik Fehîme Poyraz jî destnîşan kir ku hilbijartin girîng in û wiha got: “Ji bo vîna gelê kurd û hemû gelên bindest bê nasîn û bi awayekî azad li vî welatî bijîn girîng e. Dê heta kengî gelan binpê bikin? Divê kurd, ereb, çerkes, ermen hemû gel ji bo li dijî vê zilmê bisekinin bibin yek û di hilbijartinê de serbikevin. Ev hilbijartin ji bo gelan firsendeke. Em vê firsendê binirxînin. Em xebatên xwe zêdetir bikin.”   Fehîme Poyraz   Poyraz a bi lêv kir ku bi dilxwazî tev li xebatên hilbijartinê dibin wiha lê zêde kir: “Ez bi tevlibûna xebatan gelek baş dibim, êşa min sivik dikin. Em li her derê diçinê bi kelecanek û memnuniyeteke mezin re rû bi rû dimînin. Em derî bi derî tax bi tax xebatên xwe didomînin. Em armanc dikin ku van hilbijartinan bi serkeftineke mezin bi dest bixin.”   ‘DEM DEMA HESAB PIRSÎNA JI KUJERAN E’   Poyraz, anî ziman ku keça wê Denîz ji ber nasnameya xwe ya kurd û serî li desthilatê netewand hate qetilkirin û wiha domand: “Ez dixwazin ne tenê tetîkkêş Onûr Gencer, hemû hêzên li pişt wî derkevin holê û hesab jê were pirsîn. Heke Denîz nehatibûya qetilkirin, em da îro bi hev re di nav xebatên hilbijartinê de cih bigirin. Dema Denîz hate qetilkirin min got bila komkujiyên jinan bi dawî bin. Lê pişt re bi sedan jin hatin qetilkirin. Ji bo ku zext û zilma li ser jinan bi dawî bibe em destûrê nedin kujeran. Ev hilbijartin hilbijartina jinan e. Ji ber wê ez bi taybetî dixwazin bang li jinan bikim; ji bo hesaba hemû jinên hatin qetilkirin bipirsin dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Dem dema hesap pirsîna ji kujerên jinan e. Dem dema me ye.”   MA / Semra Tûran - Tolga Guney