Li Îzmîrê dê hemû sindoq bên parastin 2023-05-04 09:00:37   ÎZMÎR - Sekreterê OHD'a Îzmîrê Ozcan Sarioglû, diyar kir ku ji bo hilbijartinên 14'ê Gulanê tevdîr girtine û got ku ew ê li ser hemû sindoqan bin.    Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû çend roj berê ji bo hilbijartinên 14'ê Gulanê gotibû "Dê di 14'ê Gulanê de darbeyê bikin." Piştî gotinên Soylû nîqaşên der barê ewlehiya sindoqan de dest pê kiribûn. Namzetê Serokkomariyê yê Tifaqa Miletê Kemal Kiliçdaroglû jî dengêdêran agahdar kiribû ku berbayî lîstikên "dark web" û "Cambridge Analytica" yên Serokê Ragihandinê Fahrettîn Altûn nekevin.    Ozcan Sarioglû   Rêxistinên hiqûqê jî ji bo ewlehiya sindoqan dest bi xebatan kirin. Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ji bo parastina sindoqan li Îzmîrê dest bi xebatan kir. OHD, dê perwerdehiyên xwe yên ji bo parastina sindoqan heya roja hilbijartinê bidomîne.    Sekreterê OHD'ê ya Şaxa Îzmîrê Ozcan Sarioglû têkildarî xebatên ji bo ewlehiya sindoqan de axivî. Sarioglû diyar kir ku gel hem bi kelecan li benda hilbijartinên 14'ê Gulanê ye û hem jî di warê ewlehiyê di bifikar e. Sarioglû bibîr xist ku di hilbijartinên herêmî yên Stenbolê de gelek dengên bêmohr hatibûn qebûlkirin û got: "Daxuyaniyên YSK'ê û yên saziyên serbixwe ji hev cuda ne. Ev jî dibe cihê fikaran. Ji bo jiholêrakirina vê fikarê jî bar dikeve ser milê me parêzeran. Em OHD plan dikin ku li her navçeyê herî kêm 3 parêzeran wezîfedar bikin. Ev kom dê mobîlîze bin û çi biqewme dê zabitnameyê çêbikin. Her wiha ger li dibistanan binçavkirin çêbibbin, em ê mudaxileyî vê jî bikin. Ji xeynî vê ji bo hevalên ku dê bên wezîfedarkirin perwerdehiyê me jî didomin."    Sarioglû destnîşan kir ku ew ê tevî baroyan û rêxistinên civaka sivîl bi awayekî koordînekirî bixebitin û got: "Em dizanin guherîn dê bi vîna gel çêbibe. Ji bo vîna gel di sindoqan de xwe bide der, em ê berpirsiyariya xwe bi cih bînin. Bila gel bildirihetî biçe ser sindoqan. Ji bo vê jî çi ji destê me bê em ê bikin. Divê her kes bi dilrihetî biçe ser sindoqan."    MA / Delal Akyuz