Cenazeyê Tumen piştî 7 salan hat definkirin 2023-05-03 19:57:01   RIHA- Cenazeyê Vakkas Tumen ku li Nisêbînê jiyana xwe ji dest dabû, piştî 7 salan radestî malbatê hat kirin.    Vakkas Tumen (Kawa Çekdar) di dema qedexeyên derketina derve yên di navbera 2015-2016'an li Nisêbîna Mêrdînê jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Tumen piştî 7 salan îro radestî malbatê hat kirin. Malbata Tumen, cenaze ji goristana bêkesan a Amedê wergirt û ew anî gundê Ayranê yê Bêrecûka Rihayê.    Gava malbatê cenaze anî, gund ji aliyê cendirmeyan ve hat dorpêçkirin û têketin û derketian gund hat qedexekirin. Cendirmeyan tenê hişt xizmên nêz ên Tumen tevli merasîma definkirina cenaze bibin.   Cenazeyê Tumen, piştî wecîbeyên olî hat veşartin.