Ji keça Nazêgul Boyraz diyariyek watedar bo Emîne Şenyaşar 2023-05-03 16:33:56 RIHA - Nazêgul Boyraz di qetlîama Pirsûsê de canê xwe ji dest dabû. Keça wê Yasemîn Boyraz çîtika bi motîv dayika wê bi destê xwe çêkiribû, diyarî Emîne Şenyaşar kir.    Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) ku 3 ferdên malbata wan ji aliyê xizm û alîgirên parlamenterê AKP’ê ve hatin kuştin Nobeda Edaletê didomîne. Nobeda malbatê ji 9’ê Adara 2021’an ve li ber Edliyeya Rihayê li dar dixe. Çalakiya malbatê di roja 772’yemîn de berdewam kir.    Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît wek her rojê ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hatin ber Edliyeya Rihayê û dest bi nobedê kirin.   Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê ev peyam belav kir: “Nobeda me ya Edaletê li ber Edliyeya Rihayê di roja 772’yemîn de bi piştevaniyê didome. Keça Nazêgul Bahar Boyraz ku di qetlîama Pirsûsê ya 2015’an de canê xwe ji dest dabû, Yasemîn Boryaz çîtika bi motîv a ku dayika wê çêkiribû, diyarî dayika min kir. Ji bo her kesî heq, hiqûq û edalet.”