AKP hewl dide qadên mitîngê yên Xarpêtê ‘dagir’ bike 2023-05-03 11:33:23   XARPÊT - Partiya Çepên Kesk dê di 10’ê gulanê de mitînga xwe li dar bixista. AKP’ê jî ji bo heman roj û heman qada mitîngê serlêdan kir. Di heman demê de AKP’ê heta 13’ê gulanê ji bo hemû qadan serlêdana mitîngê kiriye.    AKP di mitîngên xwe de muxalefetê hedef nîşan dide û gelek caran li dijî muxalefetê êriş tên kirin. Li hinek bajaran jî mitîngên xwe dide heman rojên mitîngên partiyên muxalîf û ev yek rê li ber rageşiyê vedike. CHP’ê biryar dabû ku mitînga xwe ya Stenbolê di 7’ê gulanê roja yekşemê de li dar bixe. Li ser vê yekê AKP’ê jî mitînga xwe xist heman rojê. Ji ber vê jî CHP’ê mitînga xwe da rojeke din. AKP’ê heman tişt îcar li Xarpêtê li dijî Partiya Çepên Kesk kir. AKP’ê li vir jî ji bo heman roja mitîngê ya Partiya Çepên Kesk serlêdan kir.    Partiya Çepên Kesk ji bo di 10’ê gulanê de li Qada Îstasyonê ya Xarpêtê mitîngê li dar bixe, di 10’ê nîsanê de serlêdan kiribû. AKP’ê jî 4 roj piştî serlêdana Partiya Çepên Kesk, di 29’ê nîsanê de ji bo heman roj û heman qadê serlêdan kir. AKP bi vê jî qayîl nebû û ji bo ku di navbera 4’ê gulanê û 13’ê gulanê de li dar bixe, ji bo hemû qadên bajar serlêdana mitîngan kir.   Heke serlêdana mitîngan a AKP’ê yên heta 13’ê gulanê ya ji bo hemû qadan were qebûlkirin, muxalefet dê nekare li Xarpêtê mitîngan li dar bixe.