Tiştên ku hafizeyekê ji bîr nekirîn: Ji aşê gund xwîna mirovan diherikî 2023-05-03 10:32:14 DÊRSIM - Gullu Polat ku di Komkujiya Dêrsimê de bavê xwe, du mamên xwe û par jî hevjînê xwe yê şahidê komkujiyê Bego Polat winda kir, wiha got: “Ji aşê gundê me xwîna mirovan diherikî. Zilmekî pir mezin bû. Min bavê xwe qet nedît. Xwezî sax bûya û min ew hembêz bikira. Ji bo van tiştên hatine kirin divê dewlet ne carekî yan jî du caran, divê sê caran lêborînê bixwaze.”    Bi ser Komkujiya Dêrsimê ya di 4’ê Gulana 1938’an de 86 sal derbas bûn. Şahidên komkujiyê wê demê weke “parastina statûya gelekî” pênase dikin û netewe dewleta biryar dayî jî weke “pirsgirêka mayîndetiyê” pênase kir. Lijneya Wezîran di encama pirsgirêka “mayîndebûnê” de, di 4’ê gulana 1937’an de li Meclis Milet a Mezin a Tirkiyeyê civiya û “Biryara Lijneya Wezîran a têkildarî Hereketa Tunceliyê” da. Ev biryar, bû destpêka dîroka fermî ya Komkujiya Dêrsimê. Bi biryara lijneyê re li erdnîgariya Dêrsimê komkujiyeke heta niha qet nehatiye dîtin hate kirin û di vê komkujiyê de herî kêm 70 hezar kes hatin qetilkirin. Bi dehhezaran kes jî bi darê zorê hatin koçberkirin. Bi ser komkujiyê re 86 sal derbas bûn lê şopên wê hêj jî didomin. Ji bo ronîkirina vê komkujiya ji hêla dewletê ve hatiye kirin jî tu gav nehatin avêtin. Heta niha jî cihê gorên Seyîd Riza û hevalên wî û navnîşanên keçên winda yên Dêrsimê nayê zanîn.    Gullu Polat   MAMÊ BEGO JÎ JIYANA XWE JI DEST DA    Şahidên wê demê jî hêj hevrûbûna dewletê ya bi komkujiyê re nedîtin jiyana xwe ji dest dan. Bedrî Polat ku weke “Mamê Bego” tê naskirin û yek ji şahidên komkujiyê bû, weke bi sedan şahidan hêjta hevrûbûna dewletê ya bi komkujiyê re nedîtî jiyana xwe ji dest da. Mamê Bego, di dema komkujiyê de 9 salî bû û dayik, xwişk û birayên wî li pêş çavên wî hatin qetilkirin. Leşkerên tirk ên ku digotin qey ew jî miriye û avêtin çem. Mamê Bego ku destê xwe danî ser serê birayê xwe, ji ber guleya lê hatiye reşandin û li destê wî ketî, tiliya xwe winda kir. Piştî ku ji çem derketî ferq kir ku du tiliyên wî tune ne. Xwe li çiyê veşart û xwe ji komkujiyê xelas kir. Bego Polat ji ber temenê xwe yê mezin û nexweşiyên lê peyda bûbûn, di 10’ê Mijdara 2022’yan de rehmet kir.    Lê ji bo vegotina serpêhatiyê her tim hin kes dimînin. Yek ji kesên bi vê serpêhatiyê dizane û yek ji şahidan jî hevjîna Mamê Bego, Gullu Polat (88) e. Tevî malbata xwe li gundê Rûbayik ê girêdayî navenda Dêrsimê dijî. Hêj 2 salî bû ku bav û du apên wê di komkujiyê de hatin qetilkirin.    Ji ber ku emrê wê mezin e, êdî baş nabihîse, baş nabîne û bi zehmetî diaxive. Di her kêliya vegotina bûyeran de êşeke mezin dijî. Wiha dest bi axaftina xwe dike: “Bi qasî ku ez bikarim vebêjim binivîsin. Ev pîşeye, pîşeyeke baş e. Hûn jî dikin arşîv.” Dema Polat, qala serpêhatiya xwe dikir, ji çavên wê rondik dibariyan û pir pê diêşiya.    ‘BAVÊ MIN Û GUNDÎ AVÊTIN RÛBARÎ Û GULE LÊ BARANDIN’   Bîra Polat hinek çûye û dema qal dikir, gelek caran disekiniya û piştre berdewam dikir. Diyar kir ku pêşî û paşiyên serpêhatiya xwe tevlihev dike. Ji zimanê tirkî derbasî zaravayê kirmanckî yê kurdî dibe. Lê yek kêliyê dev ji israra xwe ya vegotinê berneda. Bîra xwe da zorê û ew roj bi van gotinan vegot: “Ez zarok bûm, derheqê tiştên dihatin axaftin de çendek gotin di bîra min de mane. Xwezî bihatina bîra min lê nayên. Êdî digihijim 90 saliyê. Dema mirov ber bi jêr ve diçe li wir aşek heye, jê re dibêjin Çemê Dînarê. Li kêleka Çemê Dînarê aşek heye. Nêzî mala me bû. Di 38’ê de tevahiya gund li wir kom kirin û avêtin rûbarî. Tevek jî gulebaran kirin û kuştin. Di boriya wî aşî de xwîn diherikiya.    ÎŞKENCE LI JINAN KIRIN   Hevjîna yekî ducanî bû, zikê jinê qelaştine. Nizanim dema zikê wê qelaştin mirî bû yan dijiya. Qala wê bo min nekirin. Bavê min li gund gêre dikir. Bavê min li wir girtin û birin. Li gel bavê min 25 kes kom kirin û gulebaran kirin. 25 kes...    Her wiha îşkence li jinan hatiye kirin. Leşkeran li daristanê lingên jinekê bi darekê ve hilayîstine. Xaltiya min jî li kuncikekî rûniştiye û giriya ye. Ji wan re gotiye; ‘bavê min keya ye.’ Keyatî jî wê demê pere nekiriye. Heta serê sibehê bi çoyan li wê jinê hatiye xistin. Ew jin jî jinxala min bû. Tu tiştek nehiştine, her tişt şewitandine, wêran kirin. Tevek jî weke pirs di serê min de man. Gelo çi bi wê jinê bû? Ez her tim lê her tim wê pirsê ji xwe dikim... Bila ev bûyer bi serê tu kesî neyên. Ew dem, demên xerab bûn...”    MA YÊN JI XWE RE DIBÊJIN MIROV WIHA DIKIN?   Polat, dibêje ku di her kêliyê de sedema xerabiyê pirsiyaye. Ev lêpirsîna Polat, gotina felsefevan Hannah Arendt a “Gelemperiya xerabiyan, karê wan mirovan in ku tu caran derheqê başî û nebaşiyê de serê xwe neêşandine” tîne bîra mirov. Polat, pirsên weke “Çima wiha kirin, ma yên ji xwe re dibêjin mirov tiştekî wiha dikin?” kir û wiha domand: “Carnan jî pir difirkirim û dipirsim; gelo ev kîjan mirov bûn? Wisa xuyaye ku mirovên bêdîn û bêîman in. Mirovên bêkitap bûn. Ma feqîr û hejaran çi kiribû, ma wan zarok û jinan çi kiribû? We çi ji wan jin û zarokan dixwest? Gelo ma ev mirov bûn? Wisa xuyaye ku insan nebûn. Tu kes vê lêkolîn nake. Kê ew ferman dabû wan? Wê demê jî Ataturk û Îsmet Inonu hebûn. Wan îmze kiriye. Dêrsimê xwe komî ser hev dikir, em kuştin. Qedera Dêrsimê jî girêdayî wê kirin. Gelo sedem çi bû? Tevahiya wî erz û eyalan kuştin, îşkence li jinan kirin. Îşala ew roj êdî qet neyên.”   ‘ME NANÊ XWE PARVE DIKIR’   Polat, tevî dayik û xwişk-birayên xwe xelas bû. Polat, got ku di demên piştre de gelek zehmetî kişandine û wiha qala wan rojan dike: “Bavê min kuştin. 4 zarok ketin lepên dayika min. Em vegeriyan gundê xwe, baxçeyê xwe nexwe dê me jî bikujina. Dayika min çi ji destê wê hat kir û nehişt em birçî bimînin, li cem me ma. Ji me yekî mal gêz dikir, yek diçû şîr, yekî cil dişûştin. Me bi vî awayî hev îdare kir. Tiştekî hindik nebû. Dayika min li cem me bû. Me nanek dikir du parçe, ji me her yekî kerek didayê. Em wiha mezin bûn. Em çûn ber dewaran, çûn deştê. Ji bo parçeyeke nan me her tişt kir.”    ‘ZILMEKÎ PIR MEZIN BÛ’   Polat, dibêje “Tu kesên ji wê komkujiyê xelas bûn niha sax nemane” û wiha dirêjî dide axaftina xwe: “Tu kes nema. Carnan dema derdikevim, duayan dikim. Pirsa ‘te çima hiştim’ dikim. Carnan di danê sibehê de radibim û derdikevim. Ji Xwedê dipirsim; ‘Tu çawa van bi serê min tînî? Tu çima min nabî?’ Tu kes ji wê komkujiyê xelas nebû. Çendek kesan xwe veşartine. Zilmekî pir mezin bû.” Dema van gotinan dike jî xwe li ber nagire û hêsirên wê dibarin.    ‘XWEZIYA MIN BAVÊ XWE HEMBÊZ BIKIRA’   Di berdewamê de Polat anî ziman ku bavê xwe gelek mereq dike û pir bêriya wî dike. Polat, wiha got: “Min bavê xwe nedît. Çawa birin, çawa kuştin, çawa defin kirin, nizanim. Ez bavê xwe gelek mereq dikim. Gelo mirovekî çawa bû. Xweziya bavê min sax bûya û min ew hembêz bikira. Ma dê çi bûbûya?”    ‘DIVÊ DEWLET LÊBORÎNÊ BIXWAZE’   Dayika Gullu bi sedema ku bûyer baş nayên bîra wê dikeve şermê, lêborînê dixwaze. Polat, dixwaze ku dewlet ji wê lêborînê bixwaze û axaftina xwe wiha diqedîne: “Divê ji ber van tiştên bi serê me hatine dewlet ne carek an jî du caran, divê sê caran lêborînê bixwaze.”    MA / Eylem Akdag