Turkdogan: Li Tirkiyeyê rêya çareseriyê Abdullah Ocalan e 2023-05-03 09:35:36 STENBOL - Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk Ozturk Turkdogan diyar kir ku di mijara çareserkirina pirsgirêka kurd de hemû rê ber bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve diçin û wiha got: “Heke hûn bixwazin di mijara çareserkirina pirsgirêkê de gavekî biavêjin, hûn neçarin ku mekanîzmayên hevdîtinê ava bikin.”    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî hate girtin û 24 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Herî dawî birayê wî Mehmet Ocalan di 25’ê adara 2021’an de li ser telefonê pê re axivî bû lê telefon demekî kin piştre hatibû qutkirin. Ji wê rojê heta niha tu agahî ji Abdullah Ocalan nayên girtin û serlêdanên ji bo hevdîtinê yên malbat û parêzeran jî bi hinceta “cezayên disiplînê” tên redkirin.    Sepanên tecrîdê yên li Girtîgeha Îmraliyê, dibin sedema bingehîn a krîz û aloziya li welêt. AKP û rayedarên dewletê jî tevî bertekên navxweyî û yên navneteweyî jî bêdengiya xwe didomîne. Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Stenbolê Ozturk Turkdogan têkildarî rola Abdullah Ocalan a di çareseriya pirsgirêka kurd de û polîtîkayên tecrîda girankirî de axivî.    LI ÎMRALIYÊ ÇI DIQEWIME?   Turkdogan, bal kişand ser sepanên li Girtîgeha Îmraliyê û got ku destpêka binpêkirina mafên mirovan e. Turkdogan, anî ziman ku Abdullah Ocalan kesayetekî girîng e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê em ji bîr nekin ku girtî ye û mafên wî hene. Haya tu kesî jê nîne bê ka li Girtîgeha Îmraliyê çi diqewime. Bifikirin ku em qala girtiyekî dikin ku bi tu awayî nahêlin parêzerê wî pê re hevdîtinê bike û ji ber hevdîtina bi parêzer re ceza lê tê birîn.”    ‘BI TEMAMÎ REWŞEKE BÊHIQÛQTIYÊ YE’   Bi domdarî Turkdogan diyar kir ku li gel astengkirina hevdîtinên bi malbat û vasî re, her wiha mafê agahîgirtinê jî hatiye astengkirin û ev tişt anî ziman: “Qedexeyên li wir tên danîn deraqilî ne. Cezayên disiplînê yên tên dayîn, sepanên keyfî ne. Heta cezayên tên dayîn nayên teblîgkirin jî. Di vê mijarê de binpêkirinê dikin. Hûn ji kîjan alî ve lê binêrin jî bi derhiqûqtiyan re rû bi rû dibin. Tirkiye, mafên mirovan weke amûrekî bi kar tîne. Heke hûn mafên herî bingehîn ên mirovekî binpê bikin, ev tê wê wateyê ku hûn van dikin amûre. Bi qasî ku ez jê fêm dikim, îktîdar ditirse ku fikrên wî bi rêya parêzeran bi raya giştî re bên parvekirin û îktîdar jê zirarê bibîne. Mafên kesan hene. Di bin tu şert û mercan de nabe ku ev maf bên binpêkirin. Lê hûn ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî, mafên şexsî binpê dikin. Tiştekî wiha nabe.”    TABLOYA MAFÊN MIROVAN   Di berdewamê de Turkdogan da zanîn ku piştî parêzerên Abdullah Ocalan serî li Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) dan, NY’yê têkildarî rewşa agahînegirtina mutleq a li Îmraliyê tespît kiriye û wiha got: “Ji bo pêşîlêgirtina vê jî biryara tevdîra demkî da. Lê Tirkiyeyê bi vê biryarê nekir. Divê Tirkiye li gorî van biryaran tevbigere. Girîng e ku tecrîd kete rojeva NY’yê. Hem bi biryarên Konseya Ewropayê (KE) hem jî bi yên NY’ê nake. Tirkiye ber bi derketina ji mafên mirovan ve diçe. Îktîdara siyasî ya li Tirkiyeyê daye ber çavan ku ji bo berjewendiyên xwe ji pergala mafên mirovan derkeve.”    MECBÛR IN KU BI BIRYARAN BIKIN   Turkdogan, bi lêv kir ku heke NY di biryara xwe ya esasê de li dijî Tirkiyeyê biryar bide, dê Tirkiye li NY’ê teşhîr bibe û ev nirxandin kir: “Dê nêrîna ji bo Tirkiyeyê biguhere. Ji ber ku komîteyên NY’ê dişopînin bê ka bi biryarên wan hatiye kirin an na. Heke hûn bi van biryaran nekin, di gelek aliyan de hûn micid nayên dîtin. Heke di mijara mafên mirovan de jidilbûnek nebe, aboriya we jî pêş nakeve. Heke Tirkiye bixwaze ji hêla aborî ve pêş bikeve, ji ewilî divê li gorî mafên mirovan tevbigere. Divê li gorî biryarên NY û Konseya Ewropayê tevbigere. Lê hûn hem bi biryaran nakin û hem jî soza refaha aborî didin gel. Tiştekî wiha tune ye.”    ‘MUXATAB ABDULLAH OCALAN E’   Turkdogan, destnîşan kir ku gelemperiya kurdên li Tirkiye, Sûriye, Iraq û cîhanê Abdullah Ocalan weke rêberê xwe dibînin û wiha pê de çû: “Abdullah Ocalan weke rêberê gel tê dîtin. Ya duyemîn jî; ji ber neçareserkirina pirsgirêka kurd, ev demekî dirêje li dijî PKK’ê şer dike. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e. Cihê wî yê di pergala KCK’ê de pir diyar e. Heke hûn îro yan jî sibe di mijara pirsgirêka kurd de gavekî biavêjin, hûn neçarin ku ji bo nêrînên Abdullah Ocalan pê re hevdîtinan bikin. Ji ber van her du sedeman, bi awayekî xwezayî hûn neçarin bi Abdullah Ocalan re muxatab bibin.”    ÎKTÎDAR KÎ DIBE BILA BIBE...   Bi domdarî Turkdogan got ku Abdullah Ocalan di mijara pirsgirêka kurd de li gel çareseriya demokratîk û aştiyane ye û axaftina xwe wiha qedand: “Hûn tenê bi vî awayî dikarin encamekî bi  dest bixin. Heke hûn di pêvajoyên hilbijartinê de bi taktîkî nêz bibin, hûn nikarin encamekî jê bigirin. Dê îktîdar biguhere. Lê Tifaqa Milet jî di halê hazir de weke amûrekî nêzî vê mijarê dibe. Îktîdar kî dibe bila bibe neçar in ku hem Partiya Çepên Kesk hem jî bi Abdullah Ocalan re guftûgo û muzakereyan bikin. Abdullah Ocalan, muxatabekî xwezayî ye. Ji ber ku hem gel hem jî avadaniya rêxistinî weke navnîşan wî nîşan didin. Wê demê kî weke îrade derkeve pêş, hûn neçarin wê îradeyê muxatab bigirin. Çareserkirina hemû pevçûnên li cîhanê bi vî awayî bûye.    HEMÛ RÊ DIÇIN ÎMRALIYÊ   Di mijara çareserkirina pirsgirêka kurd de hemû rê ber bi Abdullah Ocalan ve diçin. Heke hûn di mijara çareserkirina pirsgirêka kurd de bibiryar bin, heke hûn bixwazin gav biavêjin, wê demê bi awayekî xwezayî hûn neçarin ku ji bo hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re mekanîzmaya hevdîtinê ava bikin. Heke siyaseteke ku li navenda wê tecrîd pêş bikeve, wê demê gelên Tirkiyeyê dê sûdekî mezin jê bigirin. Xeletiya herî mezin a serdema 2013-2015’an ew bû ku li Girtîgeha Îmraliyê ku hevdîtin li wir dihatin kirin, şert û mercên hevdîtinê yên guncav nehatin avakirin. Heke hûn bixwazin pêvajoya guftûgoyê û muzakereyan bimeşînin, wê demê hûn neçar in mercên hewce pêk bînin. Heke ev yek bibe, wê demê bi rastî jî dê Tirkiye gelek rehet bibe. Dê encamên neyînî yên şer û pevçûnan hêdî hêdî ji holê bên rakirin. Dê pêwendiyên aborî yên Tirkiyeyê yên bi welatên cîran re baştir bibin. Dê ji hêla însanî ve windahî ji holê rabin. Heke ev yek pêk were, dê pirsgirêkên herêmî jî bi dawî bibin. Dê tenê derdorên ji şer sûdê digirin jê ziyanê bibînin. Ji bilî vê her kes dê jê sûd bigire.”    MA / Mehmet Aslan