'PDK dixwaze li ser navê olê li Şengalê aloziyan derxîne" 2023-05-03 09:12:13 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamager Îbrahîm Êzidî diyar kir ku li Şengalê PDK bi ser navê dîn dixwaze aloziyê derxîneû got: "PDK, ev pêngav li dijî pergala netewa demokratîk daye destpêkirin. Lê belê divê hemû pêkhatên Şengalê zanibin ku ev ne tenê li dijî civaka êzidî ye, li dijî jiyana bi hev re  ya gelan e jî."  Di 27’ê Nîsanê de Asayîşa Giştî ya Iraqê û Artêşa Federal a Iraqê biryar dabûn ku beriya fermanê 30 malbatên ereb ên sunî bişînin Şengalê. Lê belê hat hînkirin ku dema çeteyên DAIŞ'ê êrîş biribûn ser Şengalê, hin ji van malbatan zirareke gelek mezin dabûn civaka êzidî û van kesan di dema fermanê de alikariya çeteyên DAIŞ'ê.    Iraqê beriya niha gelek caran hewl dabû ku van malbatan bişîne Şengalê, lê piştî ku rastî bertekên civaka êzidî hatin, vegera wan hat sekinandin. Dema ku ev plan bi ser neket, vê carê PDK'ê bi hevkariya Tirkiyeyê serî li hin planên cuda dan û çapemeniya PDK’ê dest bi nûçeyên provokatîf kir ku êzidiyan Mizgefta Rehman şewitandiye. Piştî vê nûçeya provakatîf bi çend saetan, şangaliyan ev îdia red kirin û derket holê ku ew dîmen di sala 2016’an de hatiye girtin û ev mizgeft jî ji aliyê DAIŞ’ê ve hatiye şewitandin.    Li ser herêmê planên PDK'ê û provakasyonên wê didomin. Lê piştî hevdîtina PDK'ê ya bi HUDA-PAR'ê re êrîşeke bi vî rengî balkêş bû. Rojnameger Îbrahîm Êzidî ku geşedanên li herêmê  ji nêz ve dişopîne, der barê mijarê de û planên PDK'ê yên li ser herêmê ji Ajansa Mezopotayayê (MA) re axivî.   Îbrahîm Êzidî   'PLANÊN WAN TÊN PÛÇKIRIN'   Rojnameger Êzidî bi lêv kir ku PDK dixwaze ku jiyana hevpar a li ser esasê neteweya demokratîk a li Şengalê ji holê rake û wiha axivî: "Beriya fermanê jî civaka êzidî bi tu awayî ji van planan xelas nebûye. Provakasyonên PDK'ê jî di van demên dawî de li ser Şengalê hin zêdetir bûne. Ji ber ku nikarin planên xwe pêk bînin û mudexeleyî Şengalê bikin dixwazin bi şêwazên cuda di nava pêkhateyên Şengalê de pirsgirêkan derxînin. Ev demeke dirêj bû ku li Şengalê bêdengiyek hebû û li ser vê bêdengiyê gelek şîrove jî dihatin kirin."   Êzidî wiha domand: "Lê bi lidarxistina konferansa hêzên ewlekariya hûndirin a Asayişa Êzîdxanê, her wiha 5'emîn kongreya meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê û komxebata ku pêşengiya TAJÊ hat lidarxistin. Pergala netewa demokratîk a ku civaka êzidî xwe li ser birêxistin dike û rengê xwe tê de dide xuyakirin, bi 5'emîn kongreya Xweseriya Şengalê ew hêz û îradeya civaka Êzidî ku deskeftiyên civaka êzidî bi xwîna şehîdan hatiye bidestxistin îradeya civaka êzidî careke din derket holê. Di vê kongreyê de peyamên girîng hebûn. Ev kongre hem ji Şengalê re û hem ji deşta Nînova û bi giştî jî Iraqê re girîng bû. Ji ber ku cara yekemîn e ku di bin sîwana pergala Netewa Demokratîk de ku birêz Ocalan di nava Rojhilata Navîn û cîhanê de ew pêş xistiye. Ev cara yekemîn e ku li Iraqê bi pêşengiya Rêveberiya Xweseriya Şengalê pergala neteweya demokratîk tê birêvebirin ku hemû pêkhat bi hev re bi vê pergalê jiyan dikin û xwe bi rê ve dibin. Li vir hemû rengên civakê û pêkhatên civakê bi hev re dijin. Di vê kongreyê de ew hêz û jiyana bi hev re a li Şengalê careke din derket holê. Me texmîn dikir ku piştî vê kongreyê û van peyamên girîng dê li Şengalê hin provakasyon rû bidin. Me dizanibû ku ev provakasyon bi taybetî dê ji aliyê PDK'ê ve û dewleta tirk a dagirker ve bên meşandin û bikevin meriyetê. Ev provakasyon berdewam in. Ev plan bi veşartî tên kirin. Lê hin caran jî bêyî îradeya van hêzên dagirker ev tiştê ku armanc dikin diteqe. Ev plan çawa diteqin, gel pêdihese û wan pûç dike."   JIYANA BI HEV RE   Rojnameger Êzidî diyar kir ku PDK bi provakasyonên bi vî rengî dixwaze civaka êzidî weke neyarê civakan nîşan bide û wiha domand: "Vegera van kesên destê wan di xwîna civaka êzidî de heye, planeke beriya niha ye ku amadekariyên wê hatine kirin. Ev ji aliyên hin kesên ku dibêjin ewlekariya niştimanî a Iraqê û hêzên artêşa Iraqê û bi giştî jî ji aliyê hin kesên di nava wan de bi PDK'ê û her wisa bi dewleta tirk a dagirker re hevgirtineke wan heye, tên kirin. Ev plan beriya niha hatibû amadekirin. Civaka êzidî ne li dijî vegera êzidiyan e. Şia be, sunnî be, tirkmen be hemû pêkhatên Şengalê dikarin vegerin Şengalê. Xweseriya Demokratîk a Şengalê pêşengiya vegeran dike û daxwaz dike ku hemû pêkhatên Şengalê vegerin ser axa xwe. Kîjan pêkhate vegere Şengalê Meclîsa Xweser a Şengalê hewl dide ku wan pêkhatan li derdora xwe kom bike û tifaqa wan çêbike. Bi salane pêşengî ji vê re tê kirin. Lê belê destê kê di xwîna civaka êzidî de hebe û bibe hevkarê DAIŞ'ê dê cihê wan li Şengalê tune be. Em bawer dikin ku hemû pêkhatên Şengalê jî li dijî vê ne. Ne tenê çeteyên DAIŞ'ê di nava êzidiyan de jî bi destê PDK'ê û MÎT'ê xayin hatin çêkirin. Ew ciwanên ku qels bûn û hatine xapandin. Rast e, navê êzidiyan li ser van heye lê ev kes ji aliyê asayişa ewlekariya Şengalê ve hatin girtin. Civaka êzidî li dijî xiyanetkarên ku bûne hevalên DAIŞ'ê û piştre vegerin. Li Şengalê jiyana bi hev re berdewam e. Ereb, şîa û êzidî li vir bi hev re dijin."   'BI RÊYA OLÊ PROVAKASYONAN DIKE'   Îbrahîm Êzidî got ku PDK bi navê olê dixwaze ku li Şengalê pêşiya aloziyan veke û ev tişt anîn ziman: "Helwesta xelkê Şengalê ya li dijî van planan aşkere ye. Pêkhatên Şengalê hişyar bûn û pêşî li vê provakasyonê girtin. Ev plana wan nîvco ma. Heger ku xelkê Şengalê bi vê helwestê nêzik bibe dê rê nedin ku tu xayin vegerin vê derê. PDK niha ne tenê Şengalê, li Başûrê Kurdistanê jî xwe li ser du xalan ser piyan digire. Xeta yekemîn bi rêya olî xwe li ser pêyan digire, ya ditir jî bi îşkenceyê û çavtirsandina civakê xwe li ser pêyan digire. Ev rê hilbijartin e û dixwazin ku desthilatdariya xwe li ser van esasan mayinde bikin. Ji ber wê jî çawa ev provakasyona wan li Şengalê hat teşhîrkirin, xwestin vê carê bi rêya meleyên xwe mezin bikin û vegera van malbatên DAIŞ'î jî bi vî rengî vekin. Mirov dikare vê pêngava PDK'ê ya bi riya meleyan û dezgehên xwe yên ragihandinê daye destpêkirin li dijî pergala netewa demokratîke, li dijî pergala jiyana bi hevre jiyankirine. "   'PDK DIXWAZE TEVLÎHEVIYAN DERBIXÎNE'   Êzidî, di berdewama axaftina xwe de got ku li dijî êrişan helwesta pêkhatên Şengalê ya hevpar girîng e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "PDK'ê li dijî pergala netewa demokratîk ev hemleye daye destpêkirin. Lê belê divê hemû pêkhateyên Şengalê zanibin ku ev hemleya ku hatiye destpêkirin ne tenê li dijî civaka êzidî ye, li dijî jiyana bi hev re ya gelan e jî. Li dijî wê pergala netewa demokratîk a rêxistinkirî hatiye destpêkirin. Lê civaka êzidî di wê baweriyê de ye ku başûrê Kurdistanê jî êdî van polîtîkayên PDK'ê dizane. Hevkariya wan a bi dewleta tirk re dizanin. PDK dixwaze ku li herêmê tevliheviyan derbixîne. Ew kesê ku êrîşî li vê jiyana bihevre dike dê bê bersiv nemîne. Kengî êrîşên bi vî rengî çêbibe gel fêr dibe ku li Şengalê gavên girîng hatine avêtin. Êdî tu tişt dest wan nayê û ji ber wê jî serî li provakasyonan didin. Lê ev hêz li vir teşhîr bûne û nepêkaneye ku bigihijîn armanca xwe."