Ji Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Êlihê agahdarî 2023-05-02 22:05:06   ÊLIH - Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Êlihê, li dijî propagandaya CHP'ê ku dibêje "Ji her malê 4 deng ji bo Partiya Çepên Kesk, dengek ji bo CHP'ê" şêniyên bajêr şiyar kir û got: "Em talibê rêveberiya vî welatî ne, em ê ji Êlihê 5 parlementeran bişînin meclisê."    Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Êlihê, têkildarî propgandaya CHP'ê ku li bajêr dike û dibêje "Ji her malê 4 deng ji bo Partiya Çepên Kesk, dengek ji bo CHP'ê" daxuyaniyeke bi nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di demên dawî de li Êlihê em pir rastî gilî û gazincekê tên. Lewma me pêdivî pê dît ku em vê daxuyaniyê belav bikin. Çendî partiya me û Tifaqa Ked û Azadiyê ku em pêkhateyek wê ne, tim helwesta xwe ya ji bo hilbijartinê bi raya giştî re parve kiriye. Lê Rêveberiya CHP'ê ya Êlihê, di xebatên xwe yên li qadê de propagandeyeke xapîner dike."    Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Partiya Çepên Kesk talibê rêveberiya welat e û wiha hat gotin: "Mixabin em dibînin ku CHP, li bajêr tiştên manipulatîf ên wekî 'CHP'ê bi Partiya Çepên Kesk re li hev kiriye, em di hilbijartinê de bi hev re hereket dikin. Partiya Çepên Kesk li Êlihê 4 parlementeran bi dest dixe, lewma serê her malê dengekî bidin me. Bila parlementerê pêncan ê me be' dike. Em Partiya Çepên Kesk talibê rêveberiya welat in û teqez em ê bi ser bikevin. Ji bo vê jî, armanca me ya herî mezin, em bi temsîliyeteke mezin li meclisê bin. Di vê çarçoveyê de em li Êlihê 5 parlementeran bi dest dixin û di warê serketinê de tu şik û gumaneke me tune ye."    Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di nava Partiya Çepên Kesk û CHP'ê de tu tifaq tune ye, bes ji bo rûxandina rejîma Erdogan ew di hilbijartinên serokkomariyê de dengê xwe bidin Kemal Kiliçdaroglû û wiha hat gotin: "Rêya me Rêya Sêyan e. Rêya me, ew rê ye ku em dibêjin gelê me ne bêalternatîf e."