Serdanên Partiya Çepên Kesk ên li gundên Çewligê didome 2023-05-02 18:11:46       ÇEWLIG - Namzetên Partiya Çepên Kesk li herêma Karêrê ya Çewligê serdana gundan kirin.   Namzetên parlementeriyê yên Partiya Çepên Kesk serdana gundên Darabî, Şirman, Hirçik, Saxyan û Yekmalê yên herêma Karêrê ya Çewligê kirin. Gundiyan şandeya Partiya Çepên Kesk ku ji namzetên parelementeriyê Cemîle Tûrhalli û Farûk Aris, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Çewligê Lutfu Aslan û Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Çewligê Feyzî Şahanoglû û rêveberên partiyan pêkhatî, bi coş û kelecaneke mezin pêşwazî kirin. Gundiyan xwarin îkramî şandeya partiyê kir. Piştî xwarinê şande xebatên xwe domand. Şande piştî gera li gundan vegeriya Çewligê û li vir li Taxa Sarayê belavok belav kirin.    Gundiyan gilî gazincên xwe yên ji bo desthilatê ragihandin û îşaret bi krîza aborî kirin û gotin ku dixwazin rojek berî rojekê ji vê desthilatê xelas bibin.