Îfadeya li dozgeriyê ya rojnamevanan temam bû 2023-05-02 17:49:29     ENQERE - Îfadeya li dozgeriyê ya rojnamevanên di binçavan de temam bû. Ji rojnamevanan nûçeyên wan, hevdîtinên wan ên bi telefonê û parvekirinên wan ên li ser medyaya sanal hat pirsîn.    Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de li 15 bajaran di avêtina ser malan de Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû û Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sedat Yilmaz jî di nav de 17 kes hatibûn binçavkirin. Piştî îfadeya li midûriyeta polîsan, kesên binçavkirî sewqî Edliyeya Enqereyê hatin kirin.    Îfadeya li dozgeriyê ya rojnamevanan temam bû. Hat hînkirin ku li dozgeriyê ji rojnamevanan nûçeyên wan, hevdîtinên wan ên bi telefonê û parvekirinên wan ên li ser medyaya sanal hatine pirsîn.    Her wiha Fîlîz Yilmaz, xwişka Sedat Yilmaz piştî îfadeya li dozgeriyê hat berdan.