Gergerlîoglû, giliyê Soylû yê ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re got ‘darbe’ kir 2023-05-02 15:20:19   KOCAELÎ - Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk Omer Farûk Gergerlîoglû giliyê Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû yê ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re got “darbe” kir.    Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk Omer Farûk Gergerlîoglû derbarê Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû yê hilbijartinên 14’ê Gulanê weke “darbe” penaser kir de serî li Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê da û giliyê wî kir.    LI BER EDLIYEYÊ DAXUYANÎ DA   Gergerlîoglû, piştî giliyê Soylû kir li ber edliyeyê daxuyanî da çapemeniyê. Gergerlîoglû, destnîşan kir ku Soylû hewl dide darbeyê li hilbijartinê bide û wiha got: “Ev gotinên Soylû nayên qebûlkirin. Ev gotin gelek giran in û darbeya ji aliyê Wezîrê Karên Sûc ve li azadiya makeqanûnî ya 85 milyonan hatiye dayîne. Em vê qebûl nakin. Lê binêrin Wezîrê Karên Sûc çi gotiye; ‘15’ê Tîrmehê hewldana darbeyeke fîîlî bû, 14’ê Gulanê jî hewldana darbeya siyasî ye’ Hevalno we ne bihîst. Suleyman Soylû ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê dibêje darbeya siyasî. Ji bo dengê ku hûn ê di hilbijartinê de bidin dibêje ‘darbeya siyasî’. Çima? Ji ber dê ji desthilatê bikevin van gotinan dibêjin.”