Dozgeriyê dest bi îfadeyên rojnamevan Muftuoglû û Yilmaz kir 2023-05-02 12:42:16   ENQERE - Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû û rojnamevan Sedat Yilmaz jî di nav de 17 kesên di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqere bû de hatine binçavkirin, birin edliyeyê û dozgerî îfadeyên wan digire.     Serozgeriya Komarê ya Enqereyê lêpirsînek daye destpêkirin. Di çarçoveya vê lêpirsîna ku navenda wê Enqereye de 29’ê nîsanê li 15 bajaran operasyona hatibû lidarxistin. Di çarçoveya lêpirsînê de Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Muftuoglû, edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz, hevjîna wî Selma Yilmaz û xwişka wî Fîlîz Yilmaz jî di nav de 17 kes hatibûn binçavkirin. Piştî karûbarên îfadeyên 17 kesan li emniyetê bi dawî bû, ew birin Edliyeya Enqereyê. Hat zanîn ku dozger dest bi îfadegirtina rojnamevanan û welatiyên din kiriye.    Di hundirê edliyeyê de “qada qedexeyan a qismî” hat çêkirin û balkêşe gelek polîsan şandin hundirê avahiya edliyeyê.