201 kesên di 1’ê Gulanê de li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2023-05-02 11:46:43 STENBOL - Ji kesên di pîrozbahiyên 1’ê Gulanê yên Stenbolê de hatin binçavkirin 201 jê hatin berdan.    Di 1’ê Gulanê Cejna Karkeran a li Stenbolê de polîsan êrişî çalakvanan kir. Endamên Komîteyên Ciwanan û Umut Senê ku xwestin biçin Taksîmê, li Beşîktaşê hatin ba hev û xwestin meşekê li dar bixin. Lê belê polîsan bi dijwarî êrişî çalakvanan kir û asteng kirin. Gelek kes hatin derbkirin, ji pişt ve hatin kelemçekirin û binçavkirin. Rojnameger Zeynep Kuray jî dema nûçe dişopand, rastî tundiya polîsan hat, ji pişt ve hate kelemçekirin û binçavkirin. Endamên Înşaat Îş, Yekitiya Têkoşînê, Halkevlerî, Hêzên Têkoşîna Yekbûyî, Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Partiya Şoreşger ku li Elmadagiyê hatin ba hev, rastî êriş û tundiya polîsan hatin û hatin binçavkirin.    Endamên 14 Kolektîfên Ciwanan ên dixwestin ji Kabataşê ber bi Taksîmê ve bimeşin jî rastî tundiya polîsan hatin û hatin binçavkirin.    LI MALTEPEYÊ 29 KES HATIN BINÇAVKIRIN   Di mitînga li Maltepeyê de endamên Partîzan û Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF), wêneyê Îbrahîm Kaypakkaya vekirin. Her wiha endamên Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) jî wêneyê ku Erdogan şibandine Fîrewn vekirin. Polîsan êrişî girseyê kir û 29 endamên SMF, SYKP, Partîzan, Kaldiraç û rêxistinên din binçav kirin.    Di dawiya rojê de 3 jê zarok, 8 jê parêzer û rojnamegerek jî di nav de bi giştî 201 kes hatin binpçavkirin. Kesên hatin binçavkirin, birin Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê ya li ser Cadeya Vatanê. Li vir bî îdiayên “Muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan” û “Propagandaya rêxistinê” îfadeyên wan hatin girtin. Piştî kar û barên îfadegirtinê jî di danê sibehê de hatin berdan.