Di mehekê de hezar û 81 caran bombebaran 2023-05-02 11:01:20 NAVENDAN NÛÇEYAN - Hat eşkerekirin ku di meha nîsanê de li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê hezar û 81 caran bombebaran hatiye kirin.    Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên başûrê Kurdistanê berdewam dikin. Li gorî nûçeya di ANF’ê de cih digire û spartiye daxuyaniya HPG’ê; bîlançoya şer a di navbera 1’ê nîsanê û 30’yê nîsanê de eşkere kiriye. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di meha nîsanê de herêmên navborî 76 caran bi balafirên şer, 61 caran bi helîkopteran, di serî de 944 caran bi tank, top, obüs û çekên giran û bi giştî hezar û 81 caran hatiye bombebarankirin. Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku 8 caran çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî hatine bikaranîn.