Ji bo gundê elewî rê nîne! 2023-05-02 10:06:00     ERZIROM - Li gundê Arûsê ya bi ser navçeya Xinûsê ve bi salan e rêyên wan nayên çêkirin. Xelkê gund dibêje ji ber ew elewî ne rêyên wan nayên çêkirin.    Li gundê Arûsê ya bi ser navçeya Xinûsa Erziromê ve bi salane tevî daxwaz dikin jî lê rêyên wan nayên çêkirin û di nava heriyê de mane. Xelkê gund bertek nîşanî çênekirina rê dan û dibêjin ku ew ji heriyê nikarin gavên xwe biavêjin. Xelkê gund destnîşan dike ku ji ber elewî ne rêyên wan nayên çêkirin û li dijî vê nêzîkatiyê bi gilî û gazin in.    Ji gundiyan Tûran Nar anî ziman ku li gel ew gelek caran çûne cem şaredarê AKP’yî jî lê daxwaza wan bicih neaniye û wiha got: “Şerm û heya wan jî nîne tên ber deriyê me rayan dixwazin. Em gelek caran çûn şaredariyê jî lê li rûyê me jî nenêrîn. Beriya hilbijartina şaredariyê hatin vir û soz dan ku wê rêyên me çêkin. Lê soza xwe ji bîr kirin. Bila ev ji bo rayan neyên ber deriyê me.”