Bertek nîşanî namzetê AKP'ê yê fuzehez dan: Em ê nehêlin dijminê kurdan bên hilbijartin 2023-05-02 09:01:57 BEDLÎS - Xelkê Bedlîsê bi lêv kir ku namzetê parlementeriyê yê AKP'ê Mûaz Ergezen ku di dema êrişên Efrînê de li ser fuzeyan navê xwe nivîsîbû, dijminê kurdan e û got: "Em ê nehêlin namzetê ku dijminê kurdan bê hilbijartin."   Tirkiyeyê di 20'ê Çileya 2018'an de tevî hêzên paramîlîter êrişî bajarê Efrînê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiribû. Di dema êrişan de Mûaz Ergezen navê xwe li ser fuzeyên ber bi Efrînê e dihatin avêtin nivîsîbû. AKP'ê di hilbijartinên 14'ê Gulanê de Ergezen kir namzetê Bedlîsê. Ergezen, wêneyê fuzeyê ku navê xwe li ser nivîsî bû li ser hesabê xwe yê medyaya sanal belav kiribû û gotibû: "Ji tanka me ya N60 A3 ya ber bi Efrînê ve bîranînek. Bila ruhê şehîdên me yê ezîz sax be. Bila welat sax be, yekîtiya me daîmî be. Rebbê min guleya vê topê û hemû derbên leşkerên me li nîşanê xwe û dijminan bibehecîne."   ‘EM Ê NEHÊLIN DIJMINÊ KURDAN BÊ HILJARTIN'   Şêniyên bajêr bilêv kirin ku Ergezen dijminê kurdan e û gotin ku dê dengê xwe nedin AKP'ê. Selahattîn Adiyaman ê bedlîsî bilêv kir ku Ergezenê ku dijminatiya kurdan dike li bajarê kurdan bûye namzet û got: "Heya ji dest me bê, em ê nehêlin li vir bê hilbijartin. Çi dikin bila bikin, em bedlîsî em ê 3 namzetên Partiya Çepên Kesk bişînin Meclisê."    Welatiyê bi navê Alî Kartal jî ku got "Divê kurd vî mirovî rezîl û ruswa bikin û bişînin" û wiha axivî: "Ev bajar, bajarê kurdan e. Dê her sê parlementer jî yên Partiya Çepên Kesk bin. Serkeftin dê ya me kurdan be. Ev serdem, serdema kurdan e. Namzetê AKP'ê Ergezen li ser xwîna kurdan siyasetê dike. Kurdan dikuje, lê mixabin hê jî kurd şiyar nebûne. Êdî bila kurd şiyar bibin. Êdî em nehêlin mirovên wiha li bajarên me bibin namzet. Ev bajarê me, bajarê kurda ye."   ‘FEDÎ BIKIRA NEDIBÛ NAMZET'   Faysal Savaş jî bertek nîşanî namzetiya Ergezen da û diyar kir ku heke bê hilbijartin dê gelekî şerm be ji bo wan û got: "20 sal in zilmeke mezin li ser kurdan heye. Bi hezaran zarokên kurdan hatin kuştin. Lewma divê kurd hay ji vê hebin. Her tişt li ber çavan e. LÊ hê jî hin kurdên me şiyar nabin. Di 14'ê Gulanê de bila her kes dengê xwe bide xwe û vîna xwe. Ger Ergezen fedî bikira li vî bajarî nedibû namzet. Kurd divê bi vê zanibin û li gor wê hereket bikin. Dengê me namûsa me ye."    ‘BILA GELÊ KURD DIJMINÊ XWE NAS BIKE'   Hevserokê HDP'a Tetwanê Mûrat Şahîn jî destnîşan kir ku AKP dijiminatiya kurdan dike û got ku kesên wekî xwe li bajêr dike namzet. Şahîn diyar kir ku AKP'ê tevî Ergezan, Tûran Bedîrhanoglû yê ku berê wekî qeyûm tayinî Şaredariya Şirnexê hatibû kirin jî kiriye namzet û got: "Kesê ku vîna gelê kurd nahesibîne û kesê ku dijminatiya kurdan dike li Bedlîsê kirine namzet. Henekên xwe bi gelê kurd dikin. Ev feraset dijminatiya kurdan dike. Bila gelê me vê ferasetê, dijminê gelê kurd nas bike."    Şahîn destnîşan kir ku dê di 14'ê Gulanê de dawî li van kesan bê.