Tê payin ku rojnamevanên di binçavan de sibê sewqî edliyeyê bên kirin 2023-05-01 22:57:32   ENQERE – Tê payin ku rojnamevan Dîcle Muftuoglû û Sedat Yilmaz jî di nav de kesên ku di çaçroveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de hatibûn binçavkirin, sibê sewqî edliyeyê bên kirin.    Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de li 15 bajaran di avêtina ser malan de Hevseroka Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû, Edîtorê Ajansa MEzopotamyayê (MA) Sedat Yilmaz, Selma Yilmaz (hevjîna Sedat Yilmaz), Fîlîz Yilmaz (xwişka Sedat Yilmaz), Cîhan Guneş, Ramazan Debe, Erol Balci, Evîn Ozbek, Ridvan Aslan, Îsmaîl Adanmiş, Cahît Ablay, Mahmût Dogî, Devran Ak, Hasan Ozhan, Şemsettîn Toprak, Abdûrrahîm Tanyelî û Mehmet Emîn Yildirim hatibûn binçavkirin. Li TEM'a Midûriyeta Polîsan a Enqereyê îfadeya kesên binçavkirî hat girtin. Rojnamevan Yilmaz, hevjîna wî û xwişka wî li midûriyeta polîsan parastin nekirin. Hat hînkirin ku hin kesên di binçavan de îfade dane.   Tê payin ku her 17 kes sibê sewqî edliyeyê bên kirin.