'Roja wê hat, dewran guherî, em ê vê pergalê biguherînin’ 2023-05-01 16:05:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Di pîrozbahiyên 1’ê Gulanê yên Mêrdîn, Dîlok, Sêrt û Colemêrgê de kedkaran daxwazên xwe anîn ziman, bal kişandin ser bûdçeya şer û têkildarî 14’ê Gulanê ev peyam hate dayîn: “Roja wê hat, dewr guherî, em ê vê pergalê biguherînin.”    1’ê Gulanê Roja Yekitî, Têkoşîn û Piştevaniyê li bajarên Şirnex, Mêrdîn, Dîlok, Sêrt û Colemêrgê bi coşeke mezin hate pîrozkirin.    COLEMÊRG    Platforma Şaxên KESK’ê yên Colemêrgê, Lijneya Koordînasyona Bajar a TMMOB’a Colemêrgê, yekitiya Odeyên Esnaf û Zinaetkaran a Colemêrgê, Genel-Îş, ÎHD û Şaxa OHD’a Colemêrgê jî bi boneya 1’ê Gulanê konserek li dar xist. Çalakî li Baxçeyê Mînî Kent Kir a li Taxa Daggolê hate lidarxistin. Di çalakiyê de pankartên “Em bi azadiya demokratîk ve jiyana nû ava dikin”, “Bijî Yekê Gulanê”, “Em ê bi hev re biguherînin” û “Parastin dê serî netewîne” hatibûn daliqandin. Partiyên siyasî yên bajar jî tev li çalakiyê bûn û dirûşmên “Jin Jiyan Azadî”, “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin”, “Parastin nayê bêdengkirin”, “Bjiî Yekê Gulanê” û “AKP dê têk biçe, diz dê hesabê bidin gel” hatin berzkirin. Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn dest pê kir.    Nûnerê DÎSK’ê yê Colemêrgê Halûk Duran di çalakiyê de axivî û wiha got: “Em ê bi biryardarî li dijî tarîtiya li ser gelên Tirkiyeyê têbikoşin. Hewcehiya me tevan bi rêveberiyeke li gel wekhevî, demokrasî û kedê heye. Ji bo pêkanîna vê jî 14’ê Gulanê firsendeke dîrokî ye. Em ê di vê mijarê de berpirsyartiya xwe pêk bînin.”   Serokê Şaxa Egîtîm Senê yê Colemêrgê Mûrat Balikesîr jî diyar kir ku îktîdara AKP-MHP’ê hewl dide bi polîtîkaya înkar û neçareserkirina pirsgirêka kurd hebûna xwe bidomîne û wiha pê de çû: “Ji bo parastina berjewendiyên xwe dixwazin avadaniyên tarî û milîtarîst her tim bidomin. Lê dê têkoşîna ked û demokrasiyê van hewldanan vala derxîne.”    Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Colemêrgê Onur Duşunmez jî di çalakiyê de wiha axivî: “Piştî ku ev pergala talanker, rantxwir û xwedî polîtîkayên qirêjî têk çû, em ê bi hev re govenda herî xurt a azadiyê bigerînin.”   Piştî axaftinan jî hunermend Kasim Taşdogan û koma Colemêrg Collective derketin ser dikê. Girseyê li ber stranên wan goevend gerandin û çalakî bi dawî bû.    MÊRDÎN    Bi boneya 1’ê Gulanê Cejna Karkeran li Mêrdînê jî meş û şahî hatin lidarxistin. Pîrozbahî bi pêşengtiya Platforma Ked û Demokrasiyê hat lidarxistin. Beriya pîrozbahiyê parêzerên girêdayî Baroya Mêrdînê, endamên KESK’ê, TMMOB, Odeya Bijîşkan a Mêrdînê (MTO) li pêşiya avahiyên xwe kom bûn. Meş ji baskên cuda ber bi Parka Karayollariyê ve hate lidarxistin û girse li ser Cadeya Mehtapê hate ba hev. Baskên meşê yên Partiya Çepên Kesk, CHP û TÎP’ê jî ji pêşiya avahiyên partiyên xwe ve ber bi Parka Karayollariyê ve meşiyan.    Baskên meşê li qada pîrozbahiyê ya li Parka Karayollariyê gihiştin hev. Di meşê de pankart hatin vekirin û dirûşm hatin berzkirin. Piştre jî girseyê xelekên govendê gerandin. Girseyê dirûşmên weke “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Dê roj were, dewr biguhere û AKP hesabê bide gel” hatin berzkirin. Di dovîzên hatin amadekirin de jî daxwazên karker û kedkaran hatin vegotin. Piştre jî ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de û qurbaniyên erdhejê rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê, daxuyaniye hevpar hate xwendin.      Kurdiya daxuyaniyê ji hêla Hevberdevka Demê ya Platforma Ked û Demokrasiyê Evîndar Oncu û ya tirkî Hevberdevk Mûstafa Bozan xwend.    Di daxuyaniyê de hat gotin ku dê hesaba encamên erdhejê were pirsîn û wiha hat gotin: “Ji karkeran hate standin û dan patronan. Ji xizanan dizîn û qaseyên dewlemendan tije kirin. Gelên me, karker û kedkar, jin û ciwan dê di 14’ê Gulanê de hesabê ji desthilata AKP-MHP’ê ya ku 21 sal in welêt birêve dibe bipirse.”    Piştre jî Serokê Odeya Bijîşkan Mûstafa Volkan Bînbaş axivî. Bînbaş bertek nîşanî operasyonên di rojên dawî de da û wiha got: “Rewşa me biqudret e.”    Piştî daxuyaniyan jî 1’ê Gulanê bi gerandina govendan bi dawî bû.     DÎLOK      Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Dîlokê jî bi dirûşma “Li dijî hilweşîn, bêkarî û xizaniya kapîtalîst em bibin yek” li Parka Kirkayak a li navçeya Şahînbeyê pîrozbahî hate lidarxistin. Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Dîlokê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û endam û rêveberên gelek komeleyan jî bi kortêjan ketin qada pîrozbahiyê. Parka pîrozahiyê tije bûbû û pankartên “Em perwerdeya cemawerî, bêpere, laîk, zanistî û bi zimanê dayikê dixwazin”, “Li dijî kedxwarî, xizanî û faşîzmê; ji bo ked, aştî, wekhevî û azadiyê bijî Yekê Gulanê” û “Na ji êrişkariya mêtingeriyê, dagirkerî û şer re” hatin daliqandin. Beşdaran dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Em ê bi yekitiyê bi ser kevin”, “Em dixwazin weke mirovan bijîn”, “Jin, jiyan, azadî”, “Serkeftin dê ya kedkarên berxwedêr be”, “Bijî Yekê Gulanê” û “Na ji şer re, aştî a niha” hatin berzkirin. Di heman demê de dovîzên “Dawî li yekzilam bîne, deng bide Çepên Kesk”, “Bijî şoreşa sosyalîzmê” û “Azadî ji bo xweza, zanist û mirovan” hatin hilgirtin.      Bername, bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de û qurbaniyên erdhejê dest pê kir.    ISRARA DI POLÎTÎKAYA ÎNKARÊ DE   Ji ewilî li ser navê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dîlokê Alî Guducu axivî û wiha got: “Îro li her çar aliyên cîhanê kedkar û karker ji bo edalet, demokrasî û aştiyê têdikoşin û li qadan e. Hilweşîna eklojîk a ku kapîtalîzmê rê li ber vekiriye, îro dibe sedema karesat, mirin, wêranî, koçberî û birçîtiyê. Di serî de pirsgirêka kurd, bi israra di polîtîkaya kevneperest û ewlekariyê re hûn nikarin pirsgirêkên demokrasî, mafên mirovan, elewiyan û hwd. çareser bikin. Di her qada bêedaletî heye. Tayînkirina qeyûman, şer, kedxwarî, yekperestî, binçavkirin, girtin, şewb û hêj gelek pirsgirêkên din hene. Îktîdar hewl dide bi van polîtîkayan dengê mirovan qut bike. Lê têkoşîna edalet û wekheviyê li ser pêya ye. Êdî ew roj hat û dewr guherî. Em niha di qonaxa biryardayînê de ne. Ji bo têkbirina vê rejîma tarî ya ku zirarê dide jin, kedkaran, karkeran, zarokan, ciwanan û pêşeroja me tarî dike em mil didin milên hev. Em ê li dijî wêraniya pergala kapîtalîstê bibin yek û vê pergalê biguherînin.”    JIN ÇIMA LI QADAN E?    Piştre jî ji Platforma Demokratîk a Jinan Serpîl Dagdevîren axivî û ev tişt anî ziman: “Dema em 1’ê Gulanê pîroz dikin, ber bi hilbijartinekê ve diçin ku li dijî kesên destkeftiyên jinan kirine mijara bazarê dengê xwe bilindtir derxînin. AKP hewl dide destkeftiyên jinan ên di encama têkoşîneke mezin de hatine bidestxistin tune bike. Em ji bo ku ji polîtîkaya dijminatiya jinan a îktîdarê, ji şer re bibêjin na li qadan e. Ji bo ku bibêjin em hene, em li qadan e. Ji bo bidawîkirina newekheviyê, ji bo nûnertiya jinan di mekanîzmaya rêveberiyê de zêdetir bibe, ji bo Wezareta Jinan were avakirin em li qadan e. Ji bo pêşîlêgirtina keda jinên koçber, li dijî qanûnên bêyî biryara jinan li dijî jinan hatine derxistin, ji bo dîsa anîna Peymana Stenbolê em li qadan e. Ji bo bidawîkirina cihêkariya di qada xebatê de li dijî jinan tê kirin em li qadan e. Ji bo ku jin bikarin di 8’ê Adarê dakevin qadan û ji bo 8’ê Adarê bibe roja betlaneya fermî em li qadan e. Em ê tenê yek dengekî nedin kesên ev yek bi serê me anîn. Bijî têkoşîna birêxistinkirî ya jinan.”    ‘EM NAXWAZIN BIMIRIN’   Herî dawî jî karkerê Aras Kargoyê Mahmût Ozdemîr axivî û bi gotina “Em bi milyonan kes in, hûn nikarin me tune bikin” dest bi axaftina xwe kir û wiha derbirî: “Karker hem di erdhejan de hem jî di krîzan de dixebitin. Em dixwazin mafên xwe bi dest bixin. Em ketin madenan, me nan hilberand, kargo me belav kirin û em birçî man. Em bûn qurbaniyên cînayetên kar. Em di bin kavilan de man. Em dibêjin êdî bes e. Em ê vê qederê biguherînin. Em jiyaneke birûmet dixwazin. Em naxwazin zarokên me birçî razên. Bila astengiyên li pêşiya sendîkabûnê bên rakirin û mafê me yê grefê neyê astengkirin. Bijî têkoşîna me ya birêxistinkirî.”    Di tevahiya benameyê de coşa girseyê di lûtkeyê de bû û mitîng bi govendên li ber stranên kurdî hatine gerandin bi dawî bû.    SÊRT     Li Sêrtê jî karker û kedkaran di çarçoveya 1’ê Gulanê de li pêşiya avahiya Platforma Şaxa KESK’ê hatin ba hev. Karker û kedkarên bi pêşengtiya Komîteya Amedkar a 1’ê Gulanê ku rêxistinên civaka sivîl ên bajar jî di nav de bûn hatin ba hev, xwestin bi pankart û pêşmalkên li xwe kirin ber bi Qada Demokrasiyê ya navenda bajar ve bimeşin. Lê karker bi hinceta biryara qedexeyê ya ji bo 4 rojan a Walîtiya Sêrtê hatin astengkirin. Piştî ku meş ji hêla poîsan ve hate astengkirin, karkeran li pêşiya avahiya şaxê çalakiya rûniştinê li dar xist. Di çalakiyê de pankarta bi sê zimanan a “Bijî Yekê Gulanê” hate vekirin û girseyê bênavber dirûşmên “Berîqetan ne li pêşiya kedkaran lê li pêşiya çeteyan deynin”, “Dê roj were, dewran dê biguhere û dê AKP hesabê bide gel” hatin berzkirin.      Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Sêrtê Tuncer Bakirhan, Parlamenterê HDP’ê yê Sêrtê Sidik Taş, Hevşaredara Sêrtê Bêrîvan Helen Işik ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin jî tev li çalakiya li pêşiya avahiya şaxê hatiye lidarxistin bûn.    Serokê Baroya Sêrtê Muhammed Alptekîn di çalakiyê de axivî û wiha got: “Biryara walîtiyê, biryareke keyfî ye. Mafê me yê ku li gel kedkar û karkeran bin, bi awayekî derqanûnî hate astengkirin. Ev sê sal in bi awayekî keyfî biryarên qedexeyê tên dayîn. Me xwest bi rêyên guftûgoyê, di nava aştiyê de cejna xwe pîroz bikin. Lê wan bi biryarên derqanûnî pêşî li me girtin. Li Sêrtê beşek heye ku kengî bixwaze dikare çalakî û xwepêşandanan li dar bixe û cejnan pîroz bike. Lê ji ber ku em ne li gel sermayedaran lê li cem kedkar û karkeran e, rê nadin ku em cejnê pîroz bikin.”   'PÊDIVÎ NE BI QEDEXEYAN LÊ BI AZADIYAN HEYE’    Piştre jî metna çapemeniyê ji hêla Seroka Odeya Bijîşkan a Sêrtê Mehtap Şekercî ve hate xwendin. Şerkercî, bal kişand ser binpêkirinên roj bi roj zêde dibin û axaftina xwe wiha qedand: “Pêdiviya mirovên me ne bi qedexeyan lê bi azadiyan heye. Pêdivî bi komareke demokratîk, azadîxwaz û hiqûqa civakî heye. Karker û sendîkavanên li dijî van binpêkirinên giran têdikoşin, rastî zextekî giran tên, tên darizandin û girtin. Rojnamegerên ku di nava mercên giran ên krîza aboriyê de nûçeyan çêdikin, tên darizandin û girtin. Parêzerên ku wan diparêzin û parastvanên mafên mişrovan jî tên girtin û darizandin.”   ÎDIR    Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Çepên Kesk, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li Îdirê bi boneya 1’ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran a Cihanê meşek li dar xistin. Meş li ber Buroya Hilbijartinê ya Jinan dest pê kir û li ber buroya hilbijartinê ya Zagrosê bi dawî bû. Di meşê de pankarta “Bi jina azad, ber bi civaka azad ve” hat vekirin û dowîzên “Faşîzmê têk bibin, Tecrîdê bişkînin”, “Wê zarokên ‘AK’ winda bikin, zarokên birçî serbikevin” hatin rakirin. Her wiha dirûşmeyên “Bijî yêk gulan”, “Em ê bi berxwedanê serbikevin” hatin berzkirin. Piştî meşê li ber buroya hilbijartinê ya Zagrosê daxuyaniyek hat dayîn.   ‘14’Ê GULANÊ RAWESTGEHA DAWÎ YE’   Daxuyanî ji hêla Hevserokê DBP’ê yê Navçeya Navendî Sedat Bûlgay ve hat xwendin. Bûlgay, ewilî şehîdên Taksîmê yên sala 1977’an û hemû şehîdên 1’ê gulanê bi bîr anîn. Pişt re Bûlgay dest bi axaftinê kir û destnîşan kir ku li dijî mêtîngeriyê, feqîriyê, faşîzmê, keda ku tê paşguh kirin Bijî 1’ê Gulanê. Bûlgay diyar kir ku di 16 salên dawî yên vî welatî de 20 hezar 800 karker bûne qûrbaniyên qezayên kar û wiha berdewam kir: “Em ê hişmendiya ku gelên me fedayî vê pergalê dike di 14’ê Gulanê de teşhîr bikin. Em ê hişmendiya ku keda jinê paşguh dike, keda zarokên ku hewceye di dibistanan, parkan de bin îstîsmar dike têk bibin. Faşîzma AKP'ê û MHP’ê ya ku serî li tundiyê, zextan, komkujiyan, diziyan dide ber hilweşînê ye û 14’ê Gulanê jî rawestgeha dawî ye.”   ‘BIJÎ YEK GULAN’   Bûlgay ê bal kişand ser binçav kirinan, bi lêv kir ku ew ê bersiva herî xurt di 14’ê Gulanê de bi ruhê 1’ê Gulanê bidin desthilata ku dixwazin bi operasyon, binçavkirin û girtinan wan bitirsînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Werin em vê 1 Gulanê bikin destpêka serkeftina demokrasî, ked û edaletê. Werin em weke karker, kedkar, jin, ciwan û hemû kesên bindest 1’ê gulanê bikin destpêka 14’ê Gulanê. Em ê bi vî ruhê 1’ê Gulanê, di 14’ê Gulanê de ber bi serkeftinê ve bimeşin. Bijî 1 Gulan.”    Daxuyanî bi gerandina govendê bi dawî bû.   MELETΠ   Li Meletiyê bi Pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Meletiyê ve li ber Navenda Gel a Perwerdehiyê ya navçeya Batalgazî 1'ê Gulanê Roja Karker û Kedkarên Cihanê hat pîrozkirin. Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Meletiyê li avahiya xwe ya navçeya Yeşîlyurtê bi korteje heta qada pîrozbahiyê bi berzkirina dirûşmeyan meşiya. Her wiha Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Wanê Sezayî Temelî jî tev li pîrozbahiyê bû.    Di meşê de dirûşmeyên, "Jin jiyan azadî, “Bijî yekê Gulanê” “Em li vir in em ê biguherînin" hatin berzkirin. Korteja Partiya Çepên Kesk û Platforma Ked û Demokrasiyê ya gihîştin hev û piştre jî girse bi kortejan heta Navenda Perwerdehiyê ya Gel a navçeya Batalgazî ku pîrozbahiya 1'ê Gulanê hat lidarxistin meşiya.    Gelek pankart û dovîzên li dijî rantê, xemsariya îktidarê ya di erdhejê de hatin rakirin û bertek nîşanî îktidarê hat dayîn. Bernameyê bi rêzgirtina ji bo qurbaniyên erdhejê û cangoriyên têkoşîna ked û demokrasiyê dest pê kir.    Berdevkê KESK’ê yê Meletiyê Huseyin Akdemîr di destpêkê de axivî û anî ziman bandora erdhejê ji ber polîtikayên desthilatê yên rantê mezin bûye û ew ê hesab ji yên bûne sedema vê karesatê bipirsin.   Piştrê jî nûnerê BirTek Senê Ozkan Zulfukar axivî û bal kişand ser kuştina karkeran û kedxwariyê.    Serokê CHP’ê yê Meletiyê Bariş Yildiz, Serokê Partiya Kedê yê Meletiyê Şerîf Demîrel, Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Meletiyê Faruk Sogut jî axaftinên kurt kirin û li dijî polîtîkayên desthilatdariyê banga têkoşîna yekbûyî kirin.    PIRSGIRÊKA KAVILAN    Serokê Tum Koy Senê yê Meletiyê Alî Gursel jî bal kişand ser pirsgirêkên kavilan û xwest ku valakirina kavilan a li jîngehan were rawestandin.    'EM Ê CIVAKÊ AZAD BIKIN'   Herî dawî jî Parlamenterê HDP'ê yê Wanê û Namzetê Parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Mûşê Sezaî Temelî axivî û bal kişand ser tesîra erdhejê û polîtîkayên îktidarê ku di bin kavilan de ma û anî ziman ku ew ê bi hev re civakê ji bin zilma îktidarê azad bikin. Temellî bal kişand ser polîtikayên şer ên desthilatdariyê û wiha got: "Desthilat bi ÎHA, SÎHA û şer pêsna xwe dide. Lê em ji bo vê pergalê hilweşînin li vir in. Em dibêjin ku dinyayeke din pêkan e, pergala Komara Demokratîk pêkan e. Ew pergala Komara Demokratîk, ji bo nan, aştî û azadiyê ye. Ji ber wê jî em dibêjin pergala desthilata yek zilamî ne pergala bi hev re bûnê ye, bi hev re bûna gelan bi netewa demokratîk pêkan e. Ji ber vê yekê em bang dikin ku her kes were em bi hev re biguherînin. Ji bo vê yekê em dibêjin ku dengek ji Partiya Çepên Kesk re dengek jî ji Kemal Kiliçdaroglû. Ji bilî Kiliçdaroglû namzetên din ên serokkomariyê hemû faşîst in, tu denga me yê ku em bidin faşîştan jî tune ye."