Îfade wergirtina rojnamevanên di bin çavan de dest pê kir 2023-05-01 13:12:48   ENQERE - Bi operasyoneke navenda wê Enqere li 15 bajarên cuda rojnamevan jî di nav de gelek kes hatibûn binçavkirin. Îfade wergirtina binçavkiriyan ya li miduriyeta polîsan dest pê kir.    Bi hinceta lêpirsîna Serdozgeriyê Komarê ya Enqereyê, di 29’ê nîsanê de li 15 bajaran bi ser gelek malan de hate girtin û gelek kes hatin binçavkirin. Kesên binçavkirî duh anîn Enqereyê. Li Miduriyeta Polîsan a li Enqereyê dest bi wergirtina îfadeyan a Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû û edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sedat Yilmaz, hevjîna wî Selma Yilmaz, xwişka wî Fîlîz Yilmaz û Cahît Kanbay, Hasan Ozhan, Cîhan Guneş, Ramazan Debe, Erol Balci, Evîn Ozbek, Ridvan Aslan, Îsmaîl Adanmiş, Cahît Ablay, Mahmût Dogû, Devran Ak û Şemsettîn Toprak kirin.