Berxwedana ji bo Taksîmê: Tevî rojnameger Kuray, 39 kes hatin binçavkirin 2023-05-01 12:06:18   STENBOL - Karker, şoerşger û tevgerên ciwanan ên ku guh nedan qedexeyan, ji bo Taksîmê li ber xwe didin. Ji endamên komên heta niha dixwestin biçin Qada Taksîmê herî kêm 38 kes jê hatin binçavkirin. Her wiha rojnameger Zeynep Kuray jî hate derbkirin û binçavkirin.    Tevgerên şoreşger, kaker û ciwanan ji bo ku ji gelek aliyan ve bikevin Qata Taksîmê ku hatiye qedexekirin têdikoşin. Endamên Umut-Senê jî ji bo ber bi Qada Taksîmê ve bimeşin, li Beşîktaşê hatin ba hev. Komê pankarta “Bi ser pergala zem, zilm û komkujiyê de bimeşe” vekir û di dema meşê de dirûşmên “Bijî têkoşîna me ya Taksîmê”, “Bijî Yekê Gulanê” û “Taksîm nayê qedexekirin” berz kir. Demek piştre kom bi berîqetên polîsan rast hatin. Endamên Umut-Senê bi dirûşman polîs protesto kirin. Polîsan jî êrişî komê kir û herî kêm 12 kes binçav kirin. Kesên hatin binçavkirin bi dirûşman li ber xwe dan. Polîsan jî hewl dan devê wan bigirin û tundî li çalakvanan kirin.    Di heman demê de rojnamegerên ku nûçe dişopandin jî hatin astengkirin.    20 KES HATIN BINÇAVKIRIN    Komîteyên Ciwanan jî li milê Parka Maçkayê ber bi Parka Helbestvanan ve bi pankarta  “Dema em dijî 1, dema dimirin Hejmarek zêdetirin” meşiyan. Komê, di dema meşê de dirûşmên “Serhildan, şoreş, azadî” û “Bijî Yekê Gulanê” berz kirin. Polîsan, di ketina Parka Helbestvanan de pêşî li ber komê girtin û êriş kirin. Di êrişê de herî kêm 20 kes hatin binçavkirin.    TUNDÎ LI ROJNAMEGER KURAY HATE KIRIN   Di heman demê de polîsan êrişî rojnameger Zeynep Kuray kirin ku nûçe dişopand. Polîsan bi pora Kuray girtin û li erdê kaş kirin. Li gel ku Kuray got ku rojnameger e, hate binçavkirin.    Rojnamegerên din jî ji qadê hatin dûrxistin.    Di saetên serê sibehê de jî endamên Platforma Yekitiya Têkoşînê û yên Înşaet û Enerjî Senê rastî êrişa polîsan hatibûn. Di êrişê de herî kêm 6 kes hatibûn binçavkirin.    Her wiha liv û tevgera helîkopteran a li ser Qada Taksîmê jî berdewam e.