Ferît Şenyaşar: Em ê bibin dengê 301 madenvanan 2023-05-01 12:05:45 RIHA - Ferît Şenyaşar ê di Nobeta xwe ya Edaletê de axivî, wiha got: “Em ê bibin dengê 301 madenvanên li Somayê hatin qetilkirin. Em ê edalet û aramiyê bi hev re bînin Tirkiyeyê.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 770’emîn de berdewam dike.    Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ên ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê derketin û hatin ber Edliyeya Rihayê li ber pankara “Ji bo Malbata Şenyaşar Edalet” dest bi nobetê kirin.     Ferît Şenyaşar ê di Nobeta Edaletê de axivî: “Îro di heman demê de 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran e. Em ji bo kedkaran jî edaletê dixwazin. Em ê bibin 301 madenvanên li Somayê hatin qetilkirin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Têkoşîna me roj bi roj zêde dibe û desthilata vê bêedaletiyê û bêhiqûqiyê dike dê biçe. Em ê edalet û aramiyê bi hev re bînin Tirkiyeyê.”