Li Dêrsimê meşa 1’ê Gulanê 2023-05-01 11:42:45   DÊRSIM - Pîrozbahiya 1’ê Gulanê ya Dêrsimê bi meşa bi hezaran kesan a ber bi qadê ve dest pê kir.    Li Dêrsimê bi pêşengtiya Platforma Ked û Demokrasiyê ku gelek partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî di nav de cih digirin, pîrozbahiya 1’ê Gulanê Roja Yekitî, Têkoşîn û Piştevaniyê tê pîrozkirin. Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, beriya pîrozbahiyê li Kolana Hunerê hatin ba hev. Bi hezaran karkerên ku pêşmalkên sendîkayê li xwe kirin, di dest de pankart û flamayên 1’ê Gulanê ber bi Qada Seyît Riza ve dest bi meşê kirin.    BI HEZARAN KEDKAR DIMEŞIN    Di meşê de coşeke mezin heye û pankartên “Ji bo heman kar heman heqdest” , “ Li dijî şer û kedxwariyê bijî 1 Gulan”, “Di bin kavilan de pergala kapîtalîst, di pêşerojê de em hene”, “Aştî, edalet, azadî bijî sosyalîzm” û bi 4 zimanan jî pankarta “Bijî 1 Gulan” hate hilgirtin. Di meşê de gelek caran çepik hatin lêxistin, tililî hatin avêtin û girseyê dirûşmên “Bijî Yek Gulan” û “Dê roj were, dewran dê biguhere, AKP dê hesabê bide gel” hatin berzkirin. Gelek welatiyên li derdorê jî tev li meşê bûn. Hinek esnafan jî bi çepik û dirûşman tev li coşa meşa 1’ ê Gulanê bûn.