Namzetê Partiya Çepên Kesk Îpekçî: 14’ê Gulanê dê bibe hilbijartina azadkirina rojnamevanan 2023-05-01 10:54:04 ENQERE - Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Enqereyê rojnamevan Ercak Sadik Îpekçî diyar kir ku rojnamevanên kurd ji bo hemû rojnamevanan têdikoşin û got: “Li dijî zextan wezîfe dikeve ser milê her kesî. Wê hilbijartina 14’ê Gulanê bibe hilbijartina azadiya rojnamevanan.”    Her ku hilbijartinên Serokkomariyê û Parlamenteriyê yên di 14'ê Gulanê nêzîk dibin, zextên li ser rojnamevanan zêde dibin. Di 8’ê Hezîrana 2022’yan de di encama serdegirtinên li ser kargehên produksiyonên kurd, JINNEWS’ê de 16 rojnameger hatibûn girtin. Piştre di 25’ê Cotmeha 2022’yan de jî di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de di serdegirtina buroyên Ajansa Mezopotamya (MA) û JINNEWS’ê de 11 rojnameger hatin binçavkirin. Ji rojnamegerên hatin binçavkirin 9 jê hatin girtin. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de di 25'ê Nîsanê de zêdeyî 140 kesî di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin. Di van serdegirtinan de Edîtorê MA’yê Abdurrahman Gok, nûçegihanê MA’yê Mehmetşah Orûç, Nûçegihana JINNEWS'ê Bêrîtan Canozer, rojnameger Remzî Akkaya, Mîkaîl Barut bi îdiaya "endamtiya rêxistinê” hatin girtin. Herî dawî di 29’ê nîsanê de jî Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û edîtora MA’yê Dîcle Muftuoglû û Edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz hatin binçavkirin û niha li Enqereyê di binçavan de tên ragirtin.    Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Enqereyê rojnamevan Ercan Sadik Îpekçî bal kişand zextên li ser rojnamevanan.    ‘WÊ AZAD BIBIN’    Îpekçî yê ku hayemek serokatiya Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGS) kiriye, îdianameyên rojnamevanên girtî yên li Amedê û Enqereyê ku piştî bi mehan hatin amadekirin bi bîr xist û wiha got: “Danişîna hevalên me yê li Enqereyê girtî ne, dan piştî hilbijartinê. Ji bo hevalên rojnamevan ên li Amedê girtî danişînê dan meha tîrmehê. Diyar e ku çavê îktidarê ji girtina rojnamevanan têr nebûye û niha jî zext, binçavkirin û girtina nû xistiye dewrê û li dijî rojnamevanên kurd operasyonan dike. Piştî hilbijartinê hemû hevalên me wê azad bibin. Ev têkoşîn têkoşînek ji bo azadkirina wan e. Wê hemû girtiyên siyasî azad bibin. Wê ev hilbijartinên 14’ê Gulanê bibe hilbijartina azadkirina rojnamevanên girtî û girtiyên siyasî. Rojnamevanên kurd ji bo hemû rojnamevanan têdikoşin. Lewma divê piştevaniya ji bo rojnamevanên kurd zêdetir be. Werin em ji bo guhertina vê rejîmê da ku çapemeniya azad bi rolên xwe rabe, têbikoşin. Ji bo azadkirina rojnamevanan û guhertina vê pergalê wezîfe dikeve ser milê hemû kesî.”    MA / Yusra Batihan