Ji bo teqawidiyan banga 14’ê Gulanê: Xwedî li pêşeroja xwe derkevin 2023-05-01 10:22:55 ENQERE - Sekreterê Giştî yê Emeklî-Senê Îshak Kocabiyik diyar kir ku pirsgirêkên teqawidan roj bi roj zêdetir dibin û wiha got: “Em ê di hilbijartinê de li dijî vê xwedî helwest bin. Banga min ji bo teqawidan ew e ku di 14’ê Gulanê de xwedî li pêşeroja xwe derkevin.”    Ji bo hilbijartinên serokkomarî û yên giştî ku dê di 14’ê Gulanê de bên lidarxistin demekî kin ma. Derdorên ku di serdema desthilata AKP’ê de mafên wan ji dest hatine girtin li benda roja hesabpirsîna li ser sindoqan e. Teqawidên ku ji ber enflasyonê mûçeyên wan dihelin yek ji van derdoran e.    Sendîkaya Teqawidên Tum (Emeklî-Sen) demek berê belgeya xwe ya helwestê ya hilbijartinê eşkere kiribû. Sekreterê Giştî yê Emeklî-Senê Îhsan Kocabiyik têkildarî hilbijartinê û pirsgirêkên teqawidiyan vegot.    ENCAMA POLÎTÎKAYA TUNEHESIBANDINÊ YE   Kocabiyik da zanîn ku piştî teqawidî dayîn EYT’iyan, hejmara teqawidiyan nêzî 26 milyon kesan bûye û wiha got: “Ev hejmar, hejmarekî pir zêde ye. Ev kategorî bi salên dûvdirêje li pirsgirêkên mezin tê. Pirsgirêka sereke jî ew e ku daxwaza jiyaneke mirvane nayê cîbicîkirin. Mehaneyên me yên di sînorê birçîtî û mirinê de hene. Tiştên di demên dawî de hatine kirin, hewldanên ji bo hilbijartinê ne. Mûçeyê teqawidiyan ê herî kêm bû 7 hezar û 500 lîre lê ji bo tevan derbasdar nîne. Ji bo kesên ji hevjîn û zarokên xwe mehaneyê distînin kêmtir digirin. Tenê derdora 9 milyon teqawidî 7 hezar û 500 lîreyan digirin. Li cihekî ku sînorê birçîtiyê 9 hezar û 500 lîre, kêmtirîn mûçe 8 hezar û 500 lîre û dolar 20 lîre derbas kirî tu kes nikare pêdiviyên xwe yên rojane jî pêşwazî bike. Hûn wî pereyî tenê bidin nan û heqê gaza xwezayî jî bi têrî we nake. Di mijara EYT’ê de xapandineke pir mezintir heye. Qaşo di meha adarê de ev qanûn guherandin lê yên serî lê dayîn hêjta mehaneyên xwe wernegirtine. Di encama polîtîkaya înkarkirina teqawidiyan de teqawidî neçar dimînin ku li ser sergoyan fêkî û zebzeyan kom bikin, hestiyan dikirin da ku bikelînin û ava wê vexwin. Lê êdî ew jî biha tê. Êdî ji tirsan nikarin ceyranê vekin û gaza xwezayî bi kar bînin. Dema em diçin ber nexweşxaneyan, ji nexweşiya xwe zêdetir guhê me li ser pereyê ku em bidin e. Ev yek jî encama polîtîkaya înkarkirin û tunehesibandina teqawidiyan e.”    DAXWAZA JIYANEKE MIROVANE   Bi domdarî Kocabiyik destnîşan kir ku ew dê li dijî van polîtîkayan di 14’ê Gulanê de helwesta xwe nîşan bidin û ev tişt anî ziman: “Me bi têkoşîna xwe ya heta niha hewl da vê rewşê biguherînin. Hilbijartinên 14’ê Gulanê ji bo welatê me hilbijartinên girîng in. Weke teqawidiyan em welatekî li ser bingeha kedê, bi xwîşk-biratî û azad dixwazin. Em daxwaza jiyaneke mîna mirovan dikin. Em welatekî laîk û wekhev dixwazin. Em ê li ser sindoqan helwesta xwe nîşan bidin. Li gorî sepan û encamên wê, li Tirkiyeyê faşîzm heye. Desthilata AKP-MHP’ê û qesr vê rejîma faşîzmê pêk tîne. Divê li dijî vê rejîmê tifaqeke herî berfireh were avakirin. Divê gelên bindest, yên tune tên hesibandin, jin, bêkar, ciwan vê eniyê ava bikin û li dijî rejîma faşîst a qesrê têbikoşin. Em jî xwedî wê biryardariyê ne ku di vê mijarê de tişta dikeve ser milê me pêk bînin. Em ê di 14’ê Gulanê de nîşanî dost û dijminan bidin bê ka dikari çi bikin. Em ê dengê xwe bidin partiyên ku dê piştgiriyê bidin me û xwedî li pêşeroja me derkevin. Em welatekî demokratîk dixwazin. Dê tercîha xwe ya siyasî jî di vê çarçoveyê de bikin. Banga me ji bo hemû teqawidiyan ew e ku di 14’ê Gulanê de dengê xwe ji bo avakirina pêşeroja xwe bidin û xwedî li pêşeroja xwe derkevin.”   MA / Yusra Batihan