Banga ji bo mitînga Denîzliyê ya Partiya Çepên Kesk 2023-05-01 09:36:50   DENÎZLÎ - Endamên Partiya Çepên Kesk diyar kirin ku di 20 salên desthilata AKP'ê de gel muhtacî birçîbûnê hatiye kirin û gotin: "Êdî bes e". Endamên partiyê her kesî vexwand mîtînga ku dê di 3'yê Gulanê de li Denîzliyê li dar bixin.    Partiya Çepên Kesk ku di 29'ê Nîsanê de li Aydin û Mûglayê mîtîngên bicoş li dar xistin, gera xwe ya li herêma Egeyê didomne. Partiya Çepên Kesk, di çaçroveya xebatên hilbijartinê de dê di 3'yê Gulanê de li Qada Newrozê ya Esentepe ya navçeya Merkezefendî ya Denîzliyê mîtîngeke mezin li dar bixe. Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin, Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Hevserokê Giştî yê SYKP'ê Cavît Ûgûr dê tevlî mîtîngê bibin.    BANGA JI BO MÎTÎNGA LI DIJÎ ŞER   Ji Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Denîzliyê Senay Erol Ekerê ji bo beşdariya li mîtîngê ku dê di 3'yê Gulanê de li dijî şer li dar bixin bang kir û got: "Şer pêşî jinan hedef digire. Lewma em di mîtînga 3'yê Gulanê de bi hev re bin. Em jin û ciwan dikarin divê vê yekîtiyê ava bikin. Em bibîr bînin ku mafên jinan tune tên hesibandin, şer herî zêde zirarê dide jinan. Em bibîr bînin bê krîza aborî zirarê dide kê û bê kî peyman betal kirine."    Rêvebera Partiya Azadiya Civakî (TOP) a Denîzliyê Dîlan Îpek jî destnîşan kir ku 20 salên desthilata AKP'ê bi bêhiqûqîtî, neheqî û nelirêtiyê derbas bûye û gel muhtacî edaletê bûye û got: "Em ê desthilata faşîst a AKP-MHP'ê bişînin. Em bi jin, ciwan, gelan û karkeran komara demokratîk ava bikin. Ji bo vê jî em gelên xwe vedixwînin mîtînga 3'yê Gulanê."    Endama Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Tûgçe Ceylan, şêniyên bajêr vexwand mîtîngê û bal kişand ser kirên desthilata AKP'ê yên di 20 salên dawî de. Ceylanê got: "Beriya hilbijartinê ji bo em bibêjin 'Êdî bes e' em hemû gelê xwe vedixwînin mîtîngê."    'EM Ê BI SER BIKEVIN'   Namzeta Parlementeriyê ya Partiya Çepên Kesk a Denîzliyê Mahîde Ozturk jî got: "Ji bo Tirkiyeyeke demokratîk, ji bo mafên jinan, ji bo wekhevî û azadiyê em hemû gelê xwe vedixwînin mîtîngê."    Rêveberê HDP'ê ya Denîzliyê Esma Aslan jî got: "Divê em faşîzmê birûxînin, divê ji bo mafên jin û zarokan, ji bo jiyana wekhev û ji bo siberojê em vê faşîzmê hilweşînin. Lewma em li benda her kesî ne ku beşdarî mîtîngê bibin."    Namzetê Parlementeriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Denîzliyê Mûrat Denîz jî got: "Em hemû demokrasîxwazan û dostan vedixwînin mîtîngê. Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin û em ê bi hev re welatekî azad ava bikin."    Namzeta Parlementeriyê ya Partiya Çepên Kesk a Denîzliyê Songul Akkoyûn jî wiha bang kir: "Ji bo wekhevş, azadî û serketinê em hemû gelên xwe vedixwînin mîtînga 3'yê Gulanê."