ROJEVA 1'Ê GULANA 2023'YAN 2023-05-01 09:00:18       * Piştî erdhejê dewlet li Semsûrê îhmalkarî kir û ji ber vê îhmalkariyê gelek kes jiyana xwe ji dest dan. Parêzer Yûsûf Ozperçîn ji bo, karesata navborî veguhere doza komkujiyê gilî kir.    * Namzetê Parlementeriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Mêrsînê Alî Bozan, diyar kir ku Mêrsîn bajarekî kozmopolît e û got ku dê li bajêr rêjeya dengên xwe ji sedî sed zêde bikin.    * Endamê Koordînasyona Hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk Kenan Yildiz, bal kişand ser mîtînga ku dê li Tekirdagê bê lidarxistin û got ku ew ê ji Tekirdagê peyama jiyana demokratîk û bi hev re bidin.    * Endamên Partiya Çepên Kesk diyar kirin ku di 20 salên desthilata AKP'ê de gel muhtacî birçîbûnê hatiye kirin û gotin: "Êdî bes e". Endamên partiyê her kesî vexwand mitînga ku dê di 3'yê gulanê de li Denîzliyê li dar bixin.    * Namzetê Herêma 3’yemîn ê Partiya Çepên Kesk endamê Koma Mûnzûr Cemîl Gungoren ê li dijî zextên li ser hünere kete nav siyasetê wiha got: “Em ê bi Partiya Çepên Kesk re li dijî yek zilamî bibin yek deng.”   * Rojnamevanên jin diyar kirin ku MKGP ji bo qada têkoşîna ya di navbera rojnamevanên jin de piştevaniyê xurt dike û gotin: “Kedek mezin a rojnamevanên jin ên kurd heye ku zimanê mêrane guhertin. Platoform bi xebatên xwe bawerî dide me û navnîşanek girîng e.”    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar dê di roja 770’emîn de berdewam bike.    * 1’ê Gulanê dê li Stenbolê li Qada Maltepe; li Amedê Qada Şêx Seîd; bi tevlibûna Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar li Dêrsimê; bi tevlibûna Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin û Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir dê li Êlihê bê pîrozkirin. (11.00-17.00)   * Partiya Çepên Kesk dê li gelek bajaran xebatên xwe bidomîne. (10.00-21.00)    * Bi boneya 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran dê li gelek bajaran mitîng û meş bên lidarxistin û daxuyanî bên dayîn. (12.00-16.00)