Li Marsîlyayê Mîtînga Partiya Çepên Kesk 2023-04-30 22:47:39       NAVENDA NÛÇEYAN -Li Marsîlyayê ji bo piştevaniya bi Partiya Çepên Kesk mîtîng hat lidarxistin. Osman Baydemîr di mîtîngê de axivî û got: “Hûn dikarin bi dengek xwe gelek tiştan biguherînin. Hûn dikarin pergala faşîst hilweşînin û hevreyên me yên li girtîgehê azad bikin."   Xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk li bajarê Marsîlya ê Fransayê bi civînên girseyî, xwepêşandanên konvoyan û serdanan esnafan didomin. Her wiha ji bo kesên ku di xwe gihandina sindoqan de zehmetî dikşînin, wesayîtan dabîn dike.   Îro jî bi beşdariya Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê û Parlementerê HDP’ê yê berê Osman Baydemîr mîtînga piştevaniya bi Partiya Çepên Kesk re hat lidarxistin. Salona Arenayê ku mîtîng lê hat lidarxistin, bi al û pankartên Partiya Çepên Kesk hat xemilandin.   Mîtînga ku bi sedan kes tevlî bû, bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê dest pê kir.   Hunermendên TEV-ÇAND’ê Mahsûn Sever û Hozan Farûk di mîtîngê de derketin ser dikê. Paşê Siyasetmedar Osman Baydemîr axivî. Baydemîr wiha got: “Hûn dikarin bi dengek xwe gelek tiştan biguherînin. Hûn dikarin pergala faşîst hilweşînin û hevreyên me yên li girtîgehê azad bikin." Baydemîr ji bo têkbirina tifaka faşîst, bang kir ku her kes biçin dengê xwe bidin.”   Mîtîng bi derketina ser dikê ya Pinar Aydin bi dawî bû.