Doza ‘heqaret li Erdogan kiriye’ li zarokê 13 salî hat vekirin 2023-04-30 13:38:05 STENBOL - Derbarê zarokek 13 salî de ku giliyê wî ji CÎMER’ê re hatiye kirin, bi îdiaya “heqaret li serokkomar kiriye” doz hat vekirin.  Li Stenbolê giliyê zarokek 13 salî ji Navenda Ragihandaina Serokkomariyê (CÎMER) re hatiye kirin û bi îdiaya zarok “heqaret li serokkomar kiriye” doz hatiye vekirin. Dozger îdia dike ku zarok “êrişî rûmet, şeref û rêzgirtina serokkomar kiriye.” Li gorî nûçeya BîrGunê; derbarê zarokê 13 salî yê bi navê B.C.G. de lêpirsîna “heqareta li serokkomar” bi rê ve biriye, temam kiriye û îdianame amade kiriye. Dadgeha Zarokan a Gazîosmanpaşa jî îdianameyê qebûl kiriye û doz vekiriye.