Li Tarsûsê mîtîng: Em ê di 14'ê Gulanê de biharê bînin 2023-04-29 19:51:59 MÊRSÎN - Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, di mîtînga Tarsûsê de got: "Em ê di 14'ê Gulanê de biharê bînin. Bila 14'ê Gulanê bibe hilbijartina têkşikandina AKP'ê û destkeftiyên mezin."    Partiya Çepên Kesk, di çarçoveya hilbijartinên giştî yên 14'ê Gulanê de li navçeya Tarsûsê ya Mêrsînê mîtîngek li dar xist. Mîtîng li Qada Bazara Sêşemê ya Taxa Çaglayanê hat lidarxistin. Bi hezaran kes tevlî mîtîngê bûn. Qada mîtîngê bi alayên kesk û sor û zer û bi alayên Partiya Çepên Kesk hat xemilandin. Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn bayindir û Cîgirê Serokê PÎA'yê Mûrat Bozdemîr bi coşeke mezin li qada mîtîngê hatin pêşwazîkirin.    Mîtîng bi danasîna namzetên parlementeriyê yên bajêr dest pê kir. Cîgirê Serokê Giştî yê PÎA'yê Mîrat Bozdemîr êrişên li ser rojnamevan û siyasetmedaran şermezar kir û got ku dê tu carî serî li ber vê desthilatê netewînin. Namzeta Parlementeriyê ya Partiya Çepên Kesk a Edeneyê Tulay Hatîmogûllariyê jî bi kurdî, erebî û tirkî girseyê silav kir û got ku teqez wê bi ser bikevin.    Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir jî got: "Serketin ji vê qadê xuya dike. Ev serketin dê rêya azadî, wekhevî û demokrasiyê veke. Me bi berxwedanê desthilata faşîst rûxand. Dibêjin taqet di kurdan de nemaye. Bila mêze bikin bê ka taqet di kurdan û jinên kurdan de maye yan nemaye. Em ber bi dawiyê ve hatin. Me li hemberî van zaliman berxwedaneke dîrokî da der. 14'ê Gulanê roja me ya serketinê ye û 15'ê Gulanê jî dê bibe mizgîna azadiyê."    ÛÇAR: EM Ê BIHARÊ BÎNIN   Herî dawî jî Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar axivî. Ûçarê bal kişand ser binçavkirin û girtina rojnamevan û siyasetmedaran û got: "Bi dozên kûmpasê yên siyasî hevalên me binçav kirin. Gotin dê kes nemîne ku siyaseta demokratîk bike. Va ne rêveberên nû yên siyaseta demokratîk. Bi 'plana çokşikandinê' gotin,'em ê hêzên demokrasiyê hilweşînin, em ê Tirkiyeya AKP'ê ava bikin.' Va ne têkoşer. Ji hilbijartinên 14'ê Gulanê ditirsin. A rast ji me ditirsin. Ji siyaseta demokratîk, ji têkoşîna gelê kurd ditirsin. Wezîrê Karên Navxweyî ku dibêje 'hilbijartinên 14'ê Gulanê darbe ye.' Lê em ê di vê hilbijartinê de biharê bînin. Em ê bi tilîliyan, em ê bi govendê û bi dirûşmeya 'jin, jiyan, azadî' biçin ser sindoqan."    Ûçarê destnîşan kir ku ev hilbijartin, hilbijartina di navbera aştîxwazan û şerxwazan de ye û got: "Me biryar daye, gelo em AKP'ê dişînin? Em jiyana nû bi hev re ava dikin? Em ê du dengan bi kar bînin. Yek jê ji bo partiya me û ya din jî ji bo rûxandina rejîma yekzilamî, ji namzetê serokkomariyê Kiliçdaroglû. Ew ê têk bişikên, em ê bi ser bikevin. Bila 14'ê Gulanê bibe hilbijartina têkşikandina AKP'ê û destkeftiyên mezin."    Piştî axaftina Ûçarê dirûşmeya "Bijî Serok Apo" hat berzkirin. Piştî axaftinan hunermend derketin ser dikê. Bi hezaran kesan govend gerand.