Ûçar: 14'ê Gulanê ne darbe ye, bihar e 2023-04-29 17:50:02 EDENE - Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar ji bo gotinên Suleyman Soylû ku ji bo hilbijartinên 14'ê Gulanê gotibû "darbe ye", got: "14'ê Gulanê ne darbe ye, bihar e. Bihara jinan û kedkaran e. Em ê biharê bînin."    Partiya Çepên Kesk, li Taxa Kuçukkirimê ya Ceyhana Edeneyê bi gel re civiya. Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Mûrat Bozdemîr jî di nav de şandeya partiyê beriya mîtîngê li tûrnîkeyên otobana Ceyhanê bi girseyî hat pêşwazîkirin. Di dema pêşwazîkirinç de dirûşmeya "Jin, jiyan, azadî" hat berzkirin.    Di bernameyê de piştî hevserok û hevberdevkên navçeyê Cîgirê Serokê Giştî yê PÎA'yê Mûrat Bozdemîr axivî. Bozdemîr got: "Em ê di vê sedsalê de bi ser bikevin. Em ê bi hev re bi ser bikevin."    HATÎMOGÛLLARI: NEXWE TILIYA ERDOGAN DI DARBEYÊ DE HEYE   Namzeta Edeneyê ya Partiya Çepên Kesk Tulay Hatîmogûllari, bi kurdî, erebî û tirkî gel silav kir. Hatîmogûllari got: "Soylû dibêje, '14'ê Gulanê darbeya siyasî ya rojavayê ye.' Ê ku biryara vê hilbijartinê girt Erdogan e. Nexwe tiliya Erdogan di vê darbeyê de heye. Soylû dixwaze vê bibêje. Ev şîroveya Soylû ye. Dixwazin wê aloziya ku di 15'ê Tîrmehê de afirandin, di 14'ê Gulanê de jî biafirînin. Lê gel dê nehêlin. Em ê rê nedin tu aloziyan. Temînata aştiyê ya vî welatî Partiya Çepên Kesk e."    BAYINDIR: EM Ê DARBEKARAN BIŞÎNIN   Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir jî got: "Em ê bi vê coşa we bi ser bikevin. Serkeftin dê ya me be. Ji bo xatirê dayik û ciwanan be jî dê vê rêya azadiyê bi ser bikeve. Dibêjin taqet di kurdan de nemaye. Ên wiha dibêjin bila li vê qadê mêze bikin, dê bibînin bê taqet di kê de nemaye. Gelê kurd li hember zaliman li ber xwe da. 14'ê Gulanê dê bibe mizgîna azadiyê. Dibêjin 14'ê Gulanê roja darbeyê ye. Ji bo darbeyan digotin 'şikir darbeyeke wiha çêbû.' Em ê darbekaran bişînin."    BERTEK NÎŞANÎ BINÇAVKIRINA DA   Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî destnîşan kir ku desthilatê parêzer, siyasetmedar û rojnamegerên ku serî li ber wê netewandine binçav kirine û girtine û got: "Ji lew re astengiya herî mezin a li ber wan em in. Têkoşîna me ye. Lê dê bi ser nekevin."    '14'Ê GULANÊ NE DARBE YE, BIHAR E'   Ûçar jî bal kişand ser daxuyaniya Soylû û got: "14'ê Gulanê ji bo me ne darbe ye, bihar e. Bihara kê ye? Bihara jinan û kedkaran e. Em ê biharê bînin û ê bi ser bikevin jî em in. Desthilat ji zû de ye amadekariyên hilbijartinên 2023'yan dike. Dixwazin Tirkiyeyê bikin, Tirkiyeya AKP'ê. Recep Tayyîp Erdogan jî dixwaze bibe damezrînerê sedsala nû. Lê têkoşîna me ya demokratîk pêşî li ber vê girt. Niha jî dem dema ku em bi wan bidin windakirin. Êdî dem hatiye em siyaseta demokratîk bînin Tirkiyeyê."    'DENGÊ ME JI PARTIYA ÇEPÊN KESK RE YE'   Ûçarê di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku ew ê du rayên krîtîk bi kar bînin û got: "Em ê di hilbijartinên serokkomartiyê de bi vê rejîmê bidin windakirin. Dengekî me ji bo têkşikandina faşîzmê, dengek me jî ji bo partiya Çepên Kesk e."   Ûçarê di dawiyê de got: "Em ê bi saya jinên ku tevî hemû zextan jî li ber xwe didin bi ser bikevin. Ev desthilat ji dirûşmeya 'jin, jiyan, azadî' ditirse. Ji lew re her ku jin bijîn û bi ser bikevin, dê ev desthilat biçûk bibe û winda bike."    Hevdîtin bi gel re bi stranên hunermandan bi dawî bû.