Partiya Çepên Kesk li her çar aliyan bi coşeke mezin tê pêşwazîkirin 2023-04-29 16:57:22 NAVENDA NÛÇEYAN - Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Mûş, Qers, Amed û Colemêrgê çû serdana gel. Namzetên parlamenteriyê bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin û peyamên têkbirina îktîdara AKP-MHP’ê hatin dayîn.    Xebatê Partiya Çepên Kesk ên ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê li her çar aliyên Kurdistan û Tirkiyeyê bênavber didomin. Di çarçoveya xebatan de namzetên Partiya Çepên Kesk ên Mûşê di navbera xwe de karbeşî kirin û li navend, gund û navçeyan xebatên hilbijartinê domandin. Ji namzetan Sezaî Temllî li gundên girêdayî navendê; Sumeyye Boz li gundên girêdayî navçeya Kopê û Serhat Dursun jî li gundên navçeyên Gimgimê xebatên hilbijartinê kirin.    Namzeta parlamenteriyê Sumeyye Boz li gundên Kopê bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin. Welatiyên li meydana gund kom bûn, Boz bi posterê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêşwazî kirin. Boz, di serdanê de axivî û wiha got: “Divê jin, ciwan û rûspiyên gelê kurd ji bo diyarkirina pêşeroja gelan biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Divê deng û rengê Çepên Kesk be. Di hilbijartina serokkomariyê de em ê dengê xwe bidin Kiliçdaroglû û di yên giştî de jî bidin Partiya Çepên Kesk. Em ê pêşeroja xwe bi hev re ava bikin.”    QERS   Yek ji bajarên ku xebatên hilbijartinê lê bênavber didomin jî Qers e. Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên bajar çûn serdana gundên girêdayî navendê û bi gel re civiyan. Xebatên hilbijartinê yên li bajar ji du baskan ve tên meşandin. Di xebatan de bi taybet jî coş û eleqeyeke mezin a jin û zarokan bo namzetan heye. Ji namzetên parlamenteriyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sertaç Çelîkkalelî di çarçoveya xebatan de li gundên Vezîn, Borluq û Teyneliyê çûn serdana gel. Namzeta din Gulcan Alp jî li gundên Çekmelî, Aynali, Berdîk û Orta Kîlîseyê xebatên hilbijartinê domand. Koçyîgît di serdanê de anî ziman ku dema îktîdara AKP-MHP’ê hate guherandin dê girtîgeh vala bibin û wiha domand: “Dê deriyên Îmraliyê jî bên vekirin.” Ji welatiyan Melek Uluçay ji ber bihabûna her tiştî gazinên xwe kirin û da zanîn ku nikare pêdiviyên zarokên xwe pêşkeş bike.    AMED   Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Amedê Ceylan Akça û Azad Bariş, Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Abbas Şahîn û rêxistinên Amed û navçeyên wê û çûn serdana esnafên 3’yemîn Sîteya Pîşesaziyê ya li navçeya Peyasê. Esnafên sîteya pîşesaziyê namzetên parlamenteriyê bi çepikan pêşwazî kirin. Namzetên parlamenteriyê di serdanê de wiha bang kirin: “Dengê xwe bidin û piştî we dengê xwe da jî xwedî li sindoqan derkevin.”    COLEMÊRG   Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Colemêrgê jî li navenda Colemêrgê û navçeyên Şemzînan û Rûbarokê çûn serdana gelek gundan. Namzet, bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Namzet, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çûn gundê Peyanisê yê girêdayî navendê; gundên Rûbarokê yên Îsyan, Serêkaniyê, Mûseka, Nîhave, Zerîn û Hurdunê li Şemzînanê jî çûn serdana gundên Derya, Dêrebanî, Sûrînûs, Bêmbo, Derawa, Bêdewê, Bêntûr, Dînarte, Kulîta û Begozayê.    Şandeya Partiya Çepên Kesk li bajarokê Peyanisê bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin û govend hatin gerandin. Di heman demê de li Bajêrge û TOKÎ’yên Pîzokê yên navçeya Geverê jî stanta hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk hate danîn.