Demîrtaş bersiv da gotinên Ahmet Şik: Tu HDP’ê ji Selahattîn cuda bikî tiştek namîne 2023-04-29 16:56:29 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Gişî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş bersiva gotinên Ahmet Şik da û got: “Dema tu HDP’ê ji Selahattîn cuda bikî ji Selahattîn tiştek namîne.”    Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ji 4’ê Mijdara 2016’an ve li Girtîgeha Edîrneyê ya Tîpa F’yê girtî ye. Parlamenterê Partiya Kerkerên Tirkiyeyê (TÎP) Ahmet Şik li dijî HDP ango Selahattîn Demîrtaş gotinên nexweş anîbû ziman û gotibû, “Selahattîn ji HDP’ê cuda bike tiştek ji HDP’ê namîne.”    Demîrtaş li ser hesabê xwe yê Twitterê bersiva gotinên Şik da û wiha got: “Ji ilbijartinê re 14 roj man. Kî çi dibêje bila bibêje, em qet bala xwe belav nekin û em li kare xwe binêrin. Soza me ya serkeftinê ji bo gelê me heye. Ewilî em vê soza xwe bicih bînin. Û dema tu HDP’ê ji Selahattîn cuda bikî ji Selahattîn tiştek namîne. An serkeftin an serkeftin.”