Hat xwestin ku girtiya nexweş Neslîhan Çetîn bê dermankirin 2023-04-29 16:02:58   ENQ​ERE - Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî xwest binpêkirina mafê tenduristiya girtiya nexweş Neslîhan Çetîn bê bidawîkirin.    Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 451’emîn de li ber avahiya ÎHD’a Enqereyê li dar xist. Di çalakiyê pankarta “Tedawî maf, nayê astengkirin, bila girtiyên nexweş bên berdan” hat vekirin. Gelek kes tev li çalakiyê bûn. Înîsiyatîfê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Neslîhan Çetîn a li Girtîgeha Manvgata Antalyayê ya Tîpa S’yê tê ragirtin.    Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Navenda ÎHD’ê Nûray Çevîrmen daxuyanî da.    BI GELEK NEXWEŞIYAN RE RÛBIRÛ YE    Çevîrmen diyar kir ku Neslîhan Çetîn 23 sal in girtî ye û di dawiya sala 2022’yan de derveyî daxwaza xew ji Girtîgeha Baybûrdê sewqî Girtîgeha Manavgatê ya Tîpa S’yê hatiye kirin û got: “Dema nû wê birine wê girtîgehê bi lêgerîna tazî re rûbirû hiştin e. Ji ber şert û mercên girtîgehê jê re giran tên, her ku diçe rewşa tenduristiya wê xerab dibe. Ji ber şertên girtîgehê gelek nexweşîn lê peyda bûne. Bi salan tedawiya tîroîd a jehrî dîtiye. Bi salan tedawiya wê hatiye astengkirin û jê re gotine ‘nexweşiyek te wisa nîne’. Herî dawî di tîrmeha 2021’an de li Erziromê bezên tîroîdê bi emeliyatê hatine girtin û wê mehkûmî vexwarina dermanan kirine. Her cara wê dibin nexweşxaneyê û tînin leşker zextan lê dikin. Dema xwîn jê hatiye girtin, bi kelemçekirî hatiye girtin. Gelek nexweşînên din jî bandorê li tenduristiya Neslîhan Çetîn dikin. Divê mafê tedawiya wê dereng neyê xistin û mafê tenduristiya wê bê parastin.”