Herêma Serhedê xwe bi rengê Partiya Çepên Kesk xemilandiye 2023-04-29 14:28:59 NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên herêma Serhedê xebatên hilbijartinên 14’ê Gulanê yên Partiya Çepên Kesk bi coş û peroş berdewam dikin.    Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinên 14’ê Gulanê de bi serdana welatiyan, dikandaran berdewam dike. Namzetên partlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk hem li navenda bajaran hem jî li gundan xebatên xwe didomîne. Bi taybetî jin eleqeyek mezin nîşanî xebatan didin.    AGIRÎ   Li Agiriyê ji aliyan ve xebata hilbijartinê didome. Îro li navenda Agiriyê, navçeyên wê Hamûr, Giyadîn û Bazîdê û gundên wan xebat tên kirin.    erz-28-04-2023-yesil-sol-parti-secim-calismalari-erzurumagiri-bazid   Di çarçoveya xebatan de Partiya Çepên Kesk serdana gundên Xariktan, Bûbo, Yêdîmilet û Gûrgopa yên Bazîdê kir. Li gundê Xariktan bi dehan jin şandeya Partiya Çepên Kesk pêşwazî kir û dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.    erz-28-04-2023-yesil-sol-parti-secim-calismalari-erzurumagiri-giyadin   erz-28-04-2023-yesil-sol-parti-secim-calismalari-erzurumagiri-hamur   Ji namzetên Agiriyê Heval Bozdag li gundên bi ser navendê ve, namzet Zelal Yilmaz li Hamûrê, Nejla Demîr jî li Giyadînê serdana welatiyan kir. Namzetan di serdan û xebatan de axaftin kirin û gotin ew ê çar namzetên xwe jî bişînin Meclisê.    ERZIROM   Xebatên hilbijartinê li Erziromê jî li navenda bajêr berdewam kir. Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Erziromê Abdurahman Sever li taxa Palandokenê serdana malan û bazaran kir. Şande derî bi derî geriya û bi welatiyan partiya xwe da nasîn. Jinan eleqeyek zêde nîşanî şandeyê da.    erz-28-04-2023-yesil-sol-parti-secim-calismalari-erzurumagiri-erzirom   Şandeya ku li bazarê geriya bi dikandar û welatiyan re sohbet kir. Jinek dikandar ku li gel Sever axivî diyar kir ku ew debara xwe nikare bike û divê îktidar bê guhertin.    WAN   Partiya Çepên Kesk a Wanê 8-0 daniye pêşiya xwe û navçe bi navçe, tax bi tax, gund bi gund û derî bi derî xebatên xwe didomîne. Namzetên Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, Gulderen Varli, Havîn Kiye, Zulkuf Ûçar, Sînan Çîftyurek, Mahmut Dîndar, Taylan Ertaş û bi tevî şandeyan re xebatên xwe bênavber didomînin.    Ji serdanên gundên Gosinî, Bavês, Hozî, Xirabe û Omerava yên bi ser navçeya Elbakê ve dîmenên rengîn derketin holê. Namzet di rojekî de serdana bi dehan gund kirin.    Namzet Gulderen Varli di serdanê de axivî û wiha got: “Sed sal in li dijî kurdan dijminatiyê dikin. Gelê me li dijî vê neyartiyê îradeyek mezin nîşan dide. Çi dikin bila bikin em ê serê xwe li ber wan netewînin û li ber xwe bidin. Teqez wê ev têkoşîn bigihîje serkeftinê.”    BEDLÎS   btls-29-04-2024-bitlis-tetwan-secim-calismasi    Namzet parlamenteriyê û rêveberên Partiya Çepên Kesk, rêveberên DBP, HDP, aktîvîstên TJA’yê tax bi tax û gund bi gund xebatên hilbijartinê didomînin. Namzetên Bedlîsê serdana gundên Şonînas, Pêrûs Vartînis, Bêlih, Alan, Pendaş, Aşnak, Nanîkas, Engesor, Pirîgorî, Kinasor, Asras, Exzat, Ariskox ên bi ser Tetwanê ve kirin û xelkê gundan şandeyan bi kêfxweş û coşek ezamet pêşwazî kir.