Li Bodrum û Ceyhanê civîna gel 2023-04-29 14:07:14 MÛGLA /EDENE -  Partiya Çepên Kesk li navçeya Bodrum a Mûglayê û navçeya Ceyhan a Edeneyê bi gel re hate bahev.    Partiya Çepên Kesk li navçeya Bodrum a Mûglayê bi gel re hate gel hev. Hevdîtin, li Qada Bazarê ya Yalikavakê hate lidarxistin û Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin, Hevserokê Giştî yê Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) Cavît Ugur, endamê Meclisa Partiyê (PM) ê Partiya Azadiya Civakî (TOP) Halûk Koşar û gelek kes tev li bûn.    Di hevdîtina gel de nûnerên partiyên siyasî diaxivin.    Partiya Çepên Kesk mitîng û civînên gel ên di çarçoveya hilbijartinên giştî yên 14’ê Gulanê de li Colemêrg û navçeya Silopiya ya Şirnexê dane destpêkirin didomîne. Partiya Çepên Kesk îro jî li Taxa Kuçukkirim a navçeya Ceyhana Edeneyê civîna gel li dar dixe. Şandeya ku Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadî Mûrat Bozdemîr jî di nav de beriya mitîngê li tûrnîkeyên otobana Ceyhanê hate pêşwazîkirin. Şande pişt re derbasî cihê ku civîna gel lê bê lidarxistin bibûn. Şande li vir bi awayekî bi coş hate pêşwazîkirin.    Bername piştî rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan bê kirin dê dest pê bike. Pişt re Ûçar û Bayindir dê biaxivin.   Berdewama nûçeyê tê….