Kesên di operasyona navenda wê Enqereyê de hatin binçavkirin 2023-04-29 13:54:21   AMED - Di encama operasyona binçavkirinê ya navenda wê Enqereyê de edîtorê ajansa me Sedat Yilmaz û Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de li 15 bajaran ji bo 49 kesan biryara binçavkirinê hate dayîn. Di çarçoveya lêpirsînê de bi ser malan de hate girtin. Di serdegirtinên li Amedê de Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê Dîcle Muftuoglû, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sedat Yilmaz û hevjîna wî Selma Yilmaz; li Stenbolê xwişka Yilmaz a bi navê Fîlîz Yilmaz; li Fethiyeyê Cîhan Guneş; li Rihayê Ramazan Debe; li Sokeyê Erol Balci û Evîn Ozbek, Mahmût Dogî, Devran Ak û Cahît Kanbay û gelek kesên din hatin binçavkirin.    Hat zanîn ku kesên li 15 bajaran hatin binçavkirin dê bibin Enqereyê û ji bo binçavkiriyan heta 24 saetan biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hate dayîn.