DFG: Hûn dê nekarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin 2023-04-29 13:19:28 NAVENDA NÛÇEYAN - DFG’ê têkildarî operasyonên binçavkirinê yên hêj didomin de daxuyaniyek da û wiha got: “Hevseroka me Dîcle Muftuoglû û rojnameger Sedat Yilmaz divê tavilê bên berdan. Hûn dê nekarin pênûsa heqîqetê bitewînin û Çapemeniya Azad bêdeng bikin.”    Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) têkildarî operasyona binçavkirinê ya navenda wê Amedê ku li 21 bajaran li dijî rojnameger, parêzer, hunermend, siyasetmedar û sendîkavanan hate kirin û operasyona binçavkirinê ya îro ku navenda wê Enqere bû, daxuyaniyeke nivîskî weşand.    Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji 10 rojnamegerên di operasyona binçavkirinê ya 25’ê nîsanê de hatin binçavkirin 4 jê hatin girtin û 6 jî bi şertê kotnrola edlî hatine berdan.    Bi domdarî hat gotin rojnameger bi xebatên xwe yên pîşeyî hatine sûcdarkirin û daxuyanî wiha dom kir: “Mixabin weke rojnamegeran em hêj li korîdorên edliyeyê û li pêşiya edliyeyê bûn ku îro di danê sibehê de bi operasyoneke din hişyar bûn. Bi ser mala hevseroka komeleya me Dîcle Muftuoglû û edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sedat Yilmaz de hate girtin û hatin binçavkirin. Hevseroka me Dîcle Muftuoglû di zexteke herî biçûk a li dijî rojnamegeran de her tim baz dabû pêşiya edliyeyê. Jixwe bi roja ye heta serê sibehê li pêşiya Edliyeya Amedê bû û piştevaniya hempîşeyên xwe dikir.”    ROJNAMEGERAN BERDIN    Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Di nava 10 mehan de di encama operasyonên li dijî rojnamegerên kurd de 30 hempîşeyên me hatin girtin. Bi dehan hempîşeyên me jî hatin binçavkirin. Em baş dizanin ku ev operasyon di heman demê de li dijî azadiya xweîfadekirinê, mafê agahîgirtinê, azadiya çapemeniyê û ji bo bêdengkirina rojnamegerên kurd e. Ji bo krîtîktirîn hilbijartina dîroka welêt çendek roj mane û bêguman ev operasyon operasyona hilbijartinê ye!  Divê tavilê dawî li van operasyonên li dijî rojnamegeran bê anîn. Çapemeniya Azad zêdetirî 30 sal in rastî her cureyên zextan hat lê tu carî serî netewand û pênûsa xwe li erdê nehişt. Kedkarên Çapemeniya Azad ku tekane hedef û parolaya wan ‘heqîqet’ e, dê îro jî serî netewîne! Ev hewldanên ji bo têkbirina rojnamegerî û binpêkirina mafê agahîgirtinê vala ne. Hevseroka komeleya me û rojnameger Sedat Yilmaz divê tavilê bên berdan. Hûn dê nekarin pênûsa me bitewînin û Çapemeniya Azad bêdeng bikin.”