Li Wanê otobusa rêwiyan wergeriya: 16 kes birîndar bûn 2023-04-29 12:34:43   WAN - Otobusa rêwiyan a ji Amedê diçû Wanê qeza kir, di qezayê de 16 kes birîndar bûn.    Otobusa, rêwiyan a ji Amedê diçû Wanê di ketina navçeya Westanê ya Wanê de qeza kir. Otobusa bi pîlaqeya 21 S 0251 ku rêwî tê de bûn ji ber barîna baranê di ketina navçeya Westanê de tehisî û wergeriya. Li ser îxbarê gelek tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Di qezaya ku 16 kes birîndar bûn de 7 kes ji aliyê tîmên tenduristiyê ve bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Westanê.