Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kirin 2023-04-29 12:29:58   STENBOL - Tevî biryara “binpêkirinê” ya AYM’ê jî dorpêça li ser Qada Galatasarayê didome. Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê û parazvanên mafên mirovan ku xwestin li qadê daxuyaniyê bidin kirin û 25 kes binçav kirin.    Dayikên Şemiyê ji bo pirsîna aqûbeta kesên di bin çavan de hatine windakirin û darizandina faîlên wan, her hefteyê çalakiyê li dar dixin. Çalakiya Dayikên Şemiyê di hefteya 944’an de jî berdewam kir. Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ji bo qedexeya li ser Qada Galatasarê biryara “binpêkirinê” dabû. Dayikên Şemiyê û parazvanên mafên mirovan jî xwestin daxuyaniya xwe li Qada Galatasarayê bidin lê dîsa hatin astengkirin û rastî êrişa polîsan hatin.    25 KES HATIN BINÇAVKIRIN   Polîsan nehiştin dayik û kesên pê re nêzî Qada Galatasarayê bibin û dorpêç kirin. Dayikên ku bi mertalan hatin dorpêçkirin bertek nîşanî polîsan dan, di vê kêliyê de polîsan nehişt ku rojnamevanên nûçeyê dişopînin dîmenan bikişînin.    Gelek polîs li qadê hatibûn bicihkirin û êrişî çalakvanan hate kirin. Di encama êrişê de Seroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yolerî û rêveberên Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), kurê Hrant Dînk, Arat Dînk û Velî Saçilik jî di nav de 25 kes hatin binçavkirin.   Navên kesên hatin binçavkirin wiha ne: “Zubeyde Tepe, Hanîfe Yildiz, Îrfan Bîlgîn, Mîkaîl Kirbayir, Îkbal Eren Yarici, Alî Ocak, Besna Tosûn, Ayşe Tepe, Hasan Karakoç, Huseyîn Ocak, Alî Tosûn, Gulseren Yolerî, Firat Akdenîz, Arat Dînk, Sevîl Tûrgût, Umît Efe, Coşkûn Ustercî, Velî Saçilik, Nazim Dîkbaş, Hatîce Korkmaz, Hunkar Yurtsever, Arzû Erîş, Elçîn Dayanir, Bîlal Yildiz, Taylan Bekîn.”   Daxuyaniya Dayikên Şemiyê ya vê hefteyê nehat hiştin bê kirin wiha ye:    “Tevî biryara AYM’ê hevdîtinên me yên li Galatasarayê bi tundiya polîsan hêj jî tên astengkirin. ‘Walîtiya Stenbolê, Qeymeqamtiya Beyoglûyê û Miduriyeta Polîsan a Stenbolê, biryara AYM’ê ya wan eleqedar dike pêk naînin. 4 hefte ne bêyî hincetek were nîşandan, tiştek bê gotin daxuyaniya me ya Galatasarayê tê astengkirin, em tên binçavkirin û ji azadiya xwe bê par dimînin. Di hefteya 944’emîn de heman bêhiqûqî berdewam kir. 25 malbatên windakiriyan û parazvanên mafan hatin binçavkirin. Vê carê jî bi darê zorê nehiştin ku rojnamevan karê xwe bikin.   AYM NAYÊ QEBÛLKIRIN   Biryarên AYM’ê teqez in. Hemû meqam û îdareya dewletê eleqedar dikin. Ji ber vê yekê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) AYM’ê weke rêya hiqûqa navîn a bi bandor qebûl dike. Walîtiya Stenbolê, Qeymeqamtiya Beyoglûyê û Miduriyeta Polîsan a Stenbolê li gorî biryara AYM’ê tevnagerin û AYM’ê red dikin ku mekanîzmayeke bi bandor a dadgeriyê ye.    GALATASARAY MAFÊ ME YÊ MAKEQANÛNÎ YE   Em di hefteya xwe ya 944’emîn de careke din bi bîr dixin: Hemû aktören ku hêza cemaweriyê bikartînin, neçarin li gorî biryarên teqez ên AYM’ê tevbigerin. Guman nîne ku ev rewş berpirsyariyên cezayî, îdarî û hiqûqî ji bo kesên bûne sedema îxlalkirinê derdixîne holê.   Em di hefteya 944’emîn de careke din qîr dikin: Galatasaray, cihê me yê bîrê ku hezkiriyên me yên hebûna wan tê înkarkirin di demê de qeyd dikin e. Perçeyek ji hewldana me ya ji bo veguhestina tiştên di dema bihûrî de qewimîn ji bo roja îro û pêşerojê ye. Hebûna me ya li Galatasarayê mafê me yê makeqanûnî ye. Em ê dest ji vî mafê xwe bernedin.”