Hevseroka Giştî ya OHD’ê Yeter: Operasyon li rêgeza ewlehiya hiqûqî hev nayê 2023-04-29 12:22:33   AMED - Hevseroka Giştî ya OHD’ê Ekîn Yeter a operasyona binçavkirinê ya navenda wê Amed nirxand, diyar kir ku binçavkirin û girtina parêzeran li “rêgeza ewlehiya hiqûqî” hev nayê û wiha got: “Em ê tu carî ji biryardariya xwe paş ve gavê neavêjin.”   Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê de ku ji ber îfadeyên şahidê eşkere Umît Akbiyik hatibû destpêkirin, rojnamevan, siyasetmedar, parêzer û hunermend di nav de ji 216 kesan 143 kes bi serdegirtina malan û kargehan hatin binçavkirin. Ji kesên hatin binçavkirin 47 jê hatin girtin 86 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    Hevseroka Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) Ekîn Yeter a operasyona beriya hilbijartinên giştî û Serokkokmariyê yên di 14’ê Gulanê de bên kirin, hate kirin nirxand, qala sedemên operasyonê kir û anî ziman ku wê dest ji têkoşînê bernedin.    DELÎLEKE ŞÊNBER NÎNE   Yeter, anî ziman ku di pêşiya wan de hilbijartineke girîng heye, beriya vê hilbijartinê li bendê bûn ku operasyoneke bi vî awayî pêk were û wiha got: “Ji xwe desthilatê ev dida hîskirin. Bi zextên xwe yên li dijî rêxistinên sivîl ên civakî, binpêkirinên mafan û bêhiqûqiya li herêmê ev dida nîşandan. Di çarçoveya yek ‘şahidî’ bi dehan hevrêyên me, parêzerên OHD’î, rojnamevan, hunermend û kesên di nav saziyên sivîl ên civakî de cih digirin hatin binçavkirin û girtin. Ev pêvajo pêvajoyeke bi temamî bêhiqûqî ye. Beyanên hatine dayîn bi tu awayî ji aliyê delîlên şênber ve nayên destekkirin. Em vê pêvajoyê bi tu awayî mafdar û rewa bikin û van girtinan qebûl nakin.”   Yeter, diyar kir ku sedemê vê operasyonê çavtirsandina raya giştî ya demokratîk, bêdengkirina muxalefeta civakî û dûrxistina parêzeran û rojnamevanan a ji kare ku wê herî zêde di karê ewlehiya hilbijartinê de cih bigirin e û wiha berdewam kir: “Ev êrîşa li dijî saziyên me yên legal ku xebatan dimeşînin bi tu awayî ne hiqûqî ye. Em ê xebata hevrêyên xwe li erdê nehêlin, xebatên xwe zêdetir bikin û hêj zêdetir vegerin ser karê xwe.”   ‘EM Ê PAŞVE GAVÊ NEAVÊJIN’    Yeter, bi lêv kir ku pratika parêzeriyê ya OHD’ê bi nêrîneke azadîxwaz teşe girtî ye û wiha axivî: “Saziya me belku weke dîrokî ne saziyeke kevne lê me bi prastîka hiqûqa azadîxwaz bi fikreke civakî ya demokratîk, ekolojîk, azadîxwaziya jinê xebatên xwe meşandin. Ji ber vê yekê jî em her tim bûn muxatabên ewil ên zextan. Sedemê ku evqas bi ser me de tên mezinahiya têkoşîna ku em didine. Em nikarin têkoşînê li dijî bêhediyeke wisa mezin bikin. Peyamên ku hevalên me ji me re ragihandin jî di vî warî de ne, em ê tu car ji biryardariya xwe paş ve gavê neavêjin.”   ‘LI RÊGEZA EWLEHIYA HIQÛQÎ HEV NAYÊ’    Yeter, destnîşan kir ku daraz bêalî û serbixwe nîne û bal kişand ku kesê bi sifetê “şahidiniyê” di dosyayê de îfade daye, xwediyê sifeta “şahidiniyê” nîne. Yeter, diyar kir ku bi beyana îtîrafkarekî biryara binçavkirinê ya derbarê 25 parêzeran de “li rêgeza ewlehiya hiqûqî” hev nayê û ev tişt gotin: “Her sê hempîşeyên me yên hatin girtin ji tu parezerên ku li vî bajarî pratîka parêzeriyê pêk tînin cuda nîne. Heke her sê hempîşeyên me sûcdar bin, em hemû sûcdar in. Lê em ê mekanîzmayên ji holê rakirina van bêhiqûqiyan ava bikin. Ji darazeke ne serbixwe û bêalî daxwazeke me ya wiha nîne. Em ê bi têkoşîna xwe van dosyayan vala derxînin û weke her carê em ê hiqûqê pêk bînin.”