Bertekên li dijî binçavkirin û girtinan: Em ê dev ji heqîqetê bernedin 2023-04-29 09:56:24   STENBOL - Rojnamegeran bertek nîşanî binçavkirin û girtinên li dijî Çapemeniya Azad dan û diyar kirin ku dê ji bo parastina heqîqetê li qadan bin û li dijî zextan banga piştevaniyê kirin.    Di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Amedê de li 21 bajaran bi awayekî hemwext bi ser malan de hate girtin. Di serdegirtinan de 128 kes hatin binçavkirin û 4 jê rojnameger bi giştî 39 kes hatin girtin. Ji bo dosyaya lêpirsînê biryara nepeniyê hate dayîn û tawanbariya “endamtiya rêxistinê” li binçavkirî û girtiyan hate kirin.    Di çarçoveya operasyonê de rojnameger Bêrîtan Canozer, Abdurrahman Gok, Mehmetşah Oruç û Remzî Akkaya hatin girtin. Rojnamegerên jin ên li Stenbolê bertek nîşanî girtin û binçavkirinan dan.    ‘EM Ê LI QADAN BIN’   Rojnameger Nezahat Şahîn diyar kir ku îktîdara AKP-MHP’ê ji demên berê heta niha her tim ji bo guherandina rojevê Çapemeniya Azad hedef digire û ev tişt anî ziman: “Operasyona di 25’ê nîsanê de jî di vê çarçoveyê de hate kirin. Di salên 90’î de em bûn şahid ku Torosên Spî li qadan digerin û parastvanên mafên mirovan û parêzer tên windakirin. Hewl dan bi vê rêbazê encamekî bi dest bixin lê zextên wan encamek dernexist. Niha jî bi rêya şahidên nepen hevalên me tên girtin. Em ê li qadan bin. Dê ev zext nekarin bi me paşvegavê bidin avêtin. Em şahidên rojnamegeriya Abdurrahman Gok in ku wêneyê Kemal Kurkut ê di Newrozê de hatibû qetilkirin kişandî, Ahmet Kanbal ê ku polîtîkayên qeyûman teşhîr kirî û hevalên me yên din in.”   OPERASYONA VEŞARTINA HEQÎQETÊ   Bi domdarî Dogan bi bîr xist ku di operasyonên berê de jî gelek hevalên wan hatine girtin û wiha got: “Rojnamegerî sûc nîne. Tekane karê hevalên me dikin, xebatên pîşeyî ye. Ev operasyon, operasyoneke li dijî heqîqetê ye. Em vê yekê baş dizanin ku dê Çapemeniya Azad tevî hemû zextan jî dê heqîqetê bi raya giştî re parve bike. Bedela wê çi dibe bila bibe em ê heqîqetê bi raya giştî re parve bikin.”    BERTEKA LI DIJÎ BÊDENGIYÊ   Ji pêşkeşvanên bernameya Can TV’yê Medîne Meral jî diyar kir ku sedema operasyona li dijî hiqûqnas, siyasetmedar û hunermendan bi mebesta pêşîlêgirtina bandora Partiya Çepên Kesk a di nava civakê de ye û wiha pê de çû: “Di serdemên ku zext zêde dibin de nîşandana bertekê helwestekî girîng e. Xweziya partiyên muxalîf xwedî lê derbiketina lê mixabin bêdeng man. Hemû kes di ferqa girîngiya hilbijartinan de ye. Di anketan de xuyaye ku îktîdar hêza xwe winda dike. Ew bi xwe jî di ferqa vê de ne. Lewma van êriş û operasyonan dikin. Bêhiqûqtiya di demên dawî de ji hêla Çapemeniya Azad ve hate teşhîrkirin. Heke Çapemeniya Azad nebûya dê haya me ji gelek tiştan nebûya. Lewma dixwazin bi zextan, Çapemeniya Azad bêdeng bikin. Dixwazin heqîqetê ji civakê veşêrin. Kedkarên çapemeniyê ên di bin çavan de û girtî ji bo me pir binirx in. Bêdengiya li hemberî zextên îro tên kirin dê bike ev zext sibe li me vegerin. Divê kesek bêdeng nemîne.”    TIRSA HILBIJARTINÊ   Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Berfîn Polat jî destnîşan kir ku bi dayîna starta hilbijartinê re operasyoneke navenda wê Amed hatiye kirin û wiha axivî: “Em ne xerîbên van operasyonan in. Dewleta ku di hilbijartinên 7’ê hezîranê de xwe bi qetilkirinan nîşan da, îro jî hewl dide bi van operasyonan pêşî li ber serkeftina me ya 14’ê Gulanê bigire. Ev êriş, nîşaneya tirsa dewletê ye. Divê em li dijî van êrişan li kolanan têbikoşin. Divê em HDP’ê û hem jî Partiya Çepên Kesk li kolanan biparêzin. Banga min ji bo her kesî ew e ku dengê xwe derxînin. Ji ber ku ev êriş ne tenê li dijî Partiya Çepên Kesk, HDP an jî jin û ciwanan; êrişeke li dijî hemû gel û bindestan e. Heke em pêşî lê negirin, dê ev êriş bidome. Lewma divê em li dijî van êrişan têkoşîna xwe mezintir bikin.”    MA / Esra Solîn Dal