Rojnamevan Kanbal bi nûçeya der barê du birayên hatin qetilkirin de hat sûcdarkirin 2023-04-28 23:20:48   AMED- Rojnamevan Ahmet Kanbal ku ji ber îfadeyên şahidê eşkere Umît AKbiyik hat binçavkirin, ji ber nûçeya xwe ya der barê 2 birayên hev ên ji Roboskiyê ku bi balafirên şer ên TSK'ê hatin qetilkirin, hat "sûcdarkirin".    Ji ber îfadeyên şahidê veşarî Umît Akbiyik Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê 216 kesan de biryara binçavkirinê dabû. Di çaçroveya lêpirsînê de li 21 bajaran 143 kes hatibûn binçavkirin. Ji kesên binçavkirî Nûçegihaê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ahmet Kanbal li Edliyeya Amedê sewqî dozgeriyê hat kirin. Kanbal li dozgeriyê ji ber nûçeyên xwe hat "sûcdarkirin."   Ji nûçeyên ku Kanbal pê tê tawanbarkirin yek jê jî nûçeya wî ya der barê 2 birayên hev de ye ku her du birayên ji Roboskiyê bi balafirên şer ên TSK'ê hatine qetilkirin.    Kanbal li dozgeriyê ji bo vê nûçeya xwe got: "Ev nûçeya ku hûn wekî çavkanî rê min didin, di 23'yê Kanûna 2022'yan de bi sernavê 'Li Robiskoyê 2 bira piştî 7 salan di heman temenî de bi balafiran hatin qetilkirin' hatiye belavkirin. Ê ku ev nûçe çêkiriye jî ez im. Min ev nûçe bi lînka Ajansa MEzopotamyayê belav kir. Di beşa têketinê ya vê nûçeyê de behsa Ramazan Tosûn tê kirin. Ramazan Tosûn, birayê Mehmet Alî Tosûn e ku Alî Tosûn li Roboskiyê tevî 33 kesan hat qetilkirin. Ramazan Tosûn jî gava di nava refên PKK'ê de bû, di 23 saliya xwe de di êrişeke hewayî de jiyana xwe ji dest da. Naveroka vê nûçeyê têkildarî Komkujiya Roboskiyê ye û behsa çîroka mirovên mirî dike. Ji ber ku xeber e, hatiye çêkirin."