Rojnamevanên di binçavan de anîn Edliyeyê 2023-04-28 17:45:09       AMED - Rojnamevan Ahmet Kanbal, Salîh Keleş û Osman Akin ku di 25'ê Nîsanê de hatibûn binçavkirin, sewqî edliyeyê hatin kirin.    Di çarçoveya lêprisîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê de li 21 bajaran der barê 216'an kesan de biryara binçavkirinê hatibû dayîn û ji van herî kêm 128 kes hatibûn binçavkirin.   Duh rojnamevan Berîtan Canozer, Mehmet Şah Orûç, Abdûrrahman Gok û Remzî Akkaya jî di nav de 28 kes hatin girtin û 31 kes jî hatin berdan.   Rojnamevan Ahmet Kanbal, Salîh Keleş û Osman Akin ku ji 25'ê Nîsanê ve di binçavan de ne, sewqî Edliyeya Amedê hatin kirin.