Li ber Edliyeya Amedê protesto: Em natirsin, em li vir in 2023-04-28 15:50:40   AMED - Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk hiqûqzan Mehmet Emîn Aktar di daxuyaniya şermezarkirinê ya li ber Edlyeya Amedê de axivî û got: “Dixwazin me bitirsînin lê em natirsin. Em li vir in.”    Binçavkirin û girtina rojnamevan, hiqûqzan, hunermend û siyasetmedaran li ber Edliyeya Amedê bi awayek girseyî hat protestokirin. Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), rêveber û namzetên Partiya Çepên Kesk ên Amedê, Dayikên Aştiyê, Komeleya Hiqûqzanên Ji bo Azadiyê, aktîvîstên TJA’yê û nûnerên rêxistinên sivîl tev li daxuyaniyê bûn.    Hevseroka HDP’a Amedê Gulistan Atasoy diyar kir ku li gel ev çar roj in hiqûq hatiye binpêkirin jî ew li vir in û got: “A rast em hînî van senaryoyên qirêjî bûne. Me çawa ku berê van operasyonên qirêj pûç kir, em ê vê operasyonê jî pûç bikin. Em ê bi xebat û têkoşîna xwe her wan aciz bikin. Êdî hatine dawiya rêya xwe. Lewma jî êrişî me û saziyên me dikin. Lê wê têkoşîna me ya azadiyê bi ser bikeve, hûnê jî têk herin.”    'DIXWAZIN PEŞKÊ LI XEBATÊN ME BIXIN’    Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Amedê hiqûqzan Mehmet Emîn Aktar jî axivî û destnîşan kir ku di erefeya hilbijartinê de dîsa kirinên xwe dubare dikin û wiha got: “Em qet şaş neman. Di dosyeyek veşarî de dîsa îdiayên ji hev mezintir hene. Ji bo ku parêzer parastinê nekin, rojnamevan rastiyê nenivisînin, wan kirin binçavan. Hunermend, dayik, siyasetmedar yanî her kes kirin binçavan. Her kesî dikin ‘gumanbar’. Çima? Ji ber ku em ber bi hilbijartinê ve diçin. Ji bo ku peşkê li têkoşîna me ya hilbijartinê bixin. Em siya wan jî li kolanan nabînin. Tenê em saziyên fermî yên dewletê dibînin. Karê wan jî temînkirina ewlehiya fermî ye. Lê tam berovajî vê dikin.”    'EM NATIRSIN, EM LI VIR IN’    Aktar bal kişand ser îfadeyên şahide navê wî eşkere Umît Akbiyik û wiha axivî: “Cara ewil e em navê vî kesî dibihîzin û beyanên wî hene lê delîl tune ne. Qey meriv dibêje Hedîsî Şerîf gotiye. Di encama van derew û îfadeyan de hevalên me hatin binçavkirin. Armanca vê operasyonê jî ew e ku tirs û xofê bixin nava xelkê me. Lê belê bawer bikin hejmara xebatkarên me ji sê çar roj berê zêdetir bûne. Dest ji van tiştan berdin wê rojek hiqûq ji we re jî lazim were. Tenê ne ji bo me hewce ye. Tiştekî ku em ê şerm bikin tune ye, em nereviyan e. Ji bo em mafên mirovan teslîmî gel bikin em hene û wê ev gel di 14’ê Gulanê de bersiva van tiştên min gotin dê bide. Em natirsin, em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin. Hûn çi dikin bikin, hûn me hemûyan dixin zindanê jî bixin, em natirsin, em li vir in.”    Piştî axaftinan çalakiya protestoyê bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.