ÎKK’a Amedê ya TMMOB’ê bertek nîşanî girtinan dan: Em ê serî netewînin 2023-04-28 15:43:48   AMED - ÎKK’a Amedê ya TMMOB’ê ku bertek nîşanî girtin û binçavkirinên li Amedê da diyar kir ku ew ê li dijî feraseta ku bi rêya tundiyê zextan dike û daxwazên wan ên mafdar paşguh dikin serî netewînin.    Lijneya Koordînasyona Bajêr a Amedê (ÎKK) ya Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyaran a Tirk (TMMOB) têkildarî girtin û binçavkirinên ku rêveberên wan jî di nav de û navenda wan Amed li 21 bajaran pêk hat de li ber Edliyeya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Gelek rêveberên TMMOB’ê beşdarî daxuyaniyê bûn.    ‘ME SERÎ NETEWAND’    Sekretera Giştî ya TMMOB’ê Dersîm Gul a beriya daxuyaniyê axivî, wiha got: “Em saziyeke qanûnî ne. Hevalên me jî di vê çarçoveyê de têdikoşin. Em ji hevalên xwe re kefîl in, sûc nakin. Di pêvajoyên 1’ê Gulanê û hilbijartinan de binçavkirinên bi vî awayî wê zirarê bidin pêvajoyan. Em îdareyê vedixwînin hiqûq û edaletê.”   Cigîrê Sekreterê Giştî yê Odeya Endezyarên Madenê Necmî Ergîn jî wiha got: “Desthilatê dîsa ji Amedê dest bi zextên xwe kir. Gelê Amedê gelekî têkoşer e. Hevalên me bi awayekî neheq û bihiqûqî hatin girtin. Ev çavtirsandine. Lê em li cem hevalên xwe ne, ji bo ku bên berdan tişta ji destê me bê em ê bikin.”   Hevberdevkê Lijneya Koordînasyona Bajêr a Amedê yê TMMOB’ê Alîcan Çetînkaya yê daxuyaniya bi serenavê “Em binçavkirinên keyfî û siyasî qebûl nakin” xwend, xwest ku pêvajoya bêhiqûqî kete roja 4’an û ev pêvajo demildest bi dawî bibe.    ‘NIKARIN PÊŞIYÊ LI TÊKOŞÎNA ME BIGIRIN’   Çetînkaya, destnîşan kir ku hevalên wan têkoşîna wekhevî, azadî, demokrasî û aştiyê didin û wiha got: “Hemû civak parazvaniya maf a hevalê me Dogan Hatûn a serdema beriya niha berdevkiya ÎKK’a Amedê ya TMMOB’ê dikir dizane. Em dixwazin bêjin ku bi sûcdariyên bi senaryoyên ji aliyê medyaya alîgir û xwefiroş ve tên servîskirin nikarin pêşiyê li têkoşîna me bigirin.”   ‘ZEXT NIKARIN ME BISEKINÎNIN’    Çetînkaya, bi lêv kir ku tu zext nikarin wan rawestînin û wiha berdewam kir: “Em ji serdemên berê dizanin ku sabote kirina hilbijartinan û belavkirina tirsê, binçavkirina aktîvîstên civakê wê encam negire. Em ê weke her carê têkoşîna xwe bidomînin. Em careke din diyar dikin ku divê hevalên me yên li dijî hiqûqê hatine binçavkirin demildest bên berdan. Em dawiyê li desthilata we ya neheq, bihiqûq, zilm û zordar bînin. Em ê hevalên xwe yên di binçavan de bigirin û pêşerojên azad û wekhev bi hev re ava bikin!”