Tifaqa Ked û Azadiyê wê piştgiriya Kiliçdaroglû bike 2023-04-28 14:13:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Tifaqa Ked û Azadiyê wê di hilbijartinên Serokkomariyê de piştgiriya Kemal Kiliçdaroglû bike.    Tifaqa Ked û Azadiyê têkildarî hilbijartinên Giştî û Serokkomariyê yên dê di 14’ê Gulanê de bên kirin daxuyaniyeke nivîskî parve kir. Tifaqa Ked û Azadiyê diyar kir ku di bin şertên krîza piralî de ber bi hilbijartina herî girîng ve diçin û wiha got: “Gelên Tirkiyeyê tevî krîza piralî, zextên siyasî û her cure propagandaya newekhev, têkoşîna xelaskirina pêşeroja xwe wê di sindoqên 14’ ê Gulanê de careke din serbêxin. Kevneşopiya gelên Tirkiyeyê ya heta îro li dijî hişmendiya otorîter û faşîst berxwedan û serkeftin bi rêxistin kiriye.”   BIRYARA PIŞTGIRIYA KILIÇDAROGLÛ    Tifaqa Ked û Azadiyê bi bîr xist ku di hilbijartinên Serokkomariyê de namzet dernexistine, di hilbijartinên parlamentoyê de jî di bin banê tifaqê de bikevinê û ev tişt gotin: “Di vê qonaxa krîtîk ya siyaseta Tirkiyeyê de, me li hev kir ku em wezîfeya xwe ya dîrokî di çarçoveya deynê xwe yê hem ji bo kevneşopiya xwe hem jî nifşên pêşerojê bicih bînin. Di vê çarçoveyê de em biryara xwe ya piştgirîdayîna Kemal Kiliçdaroglû ya hilbijartinên serokkomariyê ku di 14’ê Gulana 2023’an de bê lidarxistin bi hemû raya giştî re parve dikin.”   DENGÊN PARLAMENTERIYÊ JI BO TIFAQA KED Û AZADIYÊ    Tifaqa Ked û Azadiyê di berdewama daxuyaniya xwe de wiha got: “Divê were zanîn ku yekane rêya serketina li dijî faşîzmê di hilbijartina herî girîng a dîroka siyasî ya Tirkiyeyê de, neserketina hilbijartinên Serokkomariyê ye. Berevajî, yek ji girîngtirîn qenalên paşvexistina faşîzmê ew e ku arîtmetîka ku dê di Meclîsê de piraniyê misoger bike. Ji bo ku em vê rewşê bi ser bixin, em bang li hemû gelên Tirkiyê dikin ku di hilbijartinên parlamentoyê yên 14’ê Gulana 2023’yan de dengê xwe bidin Tifaqa Ked û Azadiyê. Yekane rêya temsîlkirina hemû bindest, kesên tune tên hesibandin, mafên wan tên xespkirin û kedxwarên li Meclisê ew e ku di bin banê Tifaqa Ked û Azadiyê de bicivin û li Meclisê bibin xwedî gotin, raye û biryarê. Di vê hilbijartina dîrokî de; Em careke din bang li gelên Tirkiyeyê dikin ku di hilbijartinên parlamenteriyê de dengê xwe bidin Tifaqa Ked û Azadiyê û di hilbijartinên serokkomariyê de jî dengê xwe bidin Kemal Kiliçdaroglû.”