Li gundên ser sînor Partiya Çepên Kesk bi coş hate pêşwazîkirin 2023-04-28 11:32:28 COLEMÊRG - Partiya Çepên Kesk li gundê Navberoj ê navçeya Rûbarok a Colemêrgê ya li ser xeta sînorê Herêma Kurdistana Federe ji aliyê bi sedan ciwan û jinan ve hate pêşwazî kirin.    Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk, duh li 17 gundên navenda Colemêrgê û navçeyên wê yên Gever û Rûbarokê xebatên hilbijartinê meşandin. Namzetên parlamenteriyê di serdanan de bi coş hatin pêşwazîkirin.     Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Colemêrgê Saît Dede, namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk Onûr Duşunmez û endamên partiyê yên pê re, li gundê Navberoj ê li ser sînorê Herêma Kurdistana Federe ji aliyê welatiyan ve hatin pêşwazîkirin. Bi sedan jin û ciwanan bi stranên ji wesayîta Partiya Çepên Kesk hatin lêxistin, govend gerandin. Di dema gerandina govendê de her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Bijî berxwedana Zapê” hatin berzkirin. Ciwanan, bi alên Partiya Çepên Kesk bi sirûda “Çerxa Şoreşê” , bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” , “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana Zapê” meşek li dar xistin.